Nasnameya 10 gerîlayan hate eşkerekirin

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, nasnameya 10 gerîlayên di demên cuda de şehîd bûn, eşkere kir.

Komîteya Piştgirtiya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê daxuyaniyeke nîvîskî weşand û nasnameya 10 gerîlayên di demên cuda de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûn, eşkere kir. Komîteyê diyar kir, ji ber şert û mercên şer, nasnameya şehîdan bi derengî hatiye tespîtkirin û ev daxuyanî da:

"Yên ku sînor û temenekî datînin ber PKK'ê baş dizanin, bê ruhê milîtanên berxwedêr ên PKK'ê li Rojhilata Navîn dikare çi bike. Di hiş û mejiyê jinan, gelê me û mirovahiyê de weke hîmê bîngehîn ê rastî, demokrasî û azadiyê bûne sembol. Û di herikîna dîrokê de li dijî hemû hêzên serdest, zîhniyet û sîstema wan, weke têkoşîna vegera li rastiya xwe û mezînbûna bi şaxberdanê, dibin xwedî wate. Nirxê herî esîl ê jinbûyin, civakbûyin û însanbûyinê, di şexsê Rêbertiya me de şênber bûye. Navê gaveke bi vî rengî ya mezin û dîrokî, bûye vejîn, mezinbûn û jiyana di rastiya Rêbertî de. Rêberê me, bi îdeolojiya azadiyê, felsefe û nîrxên jiyanê yên di şexsê xwe de afirandiye, bûye şênberiya nêrîn û pratîka jidayikbûna azad a jinan, gelan û mîrovahiyê.

Yên ku van hemû nirxan di şexsê xwe de digihînin hev û mezin dikin Rêberê me û şehîdên me ne. Di şexsê hevrê Zeynep Kinaci (Zîlan); Sema Yuce, Fîlîz Yerlîkaya (Gulan) de, em hemû hevrêyên xwe yên di meha Hezîranê de şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînîn û dibêjin, ku soza me ya ji bo şehîdan; berxwedan û serketin e. Li ser vê bingehê wê bîranînên wan bibin pêşengê têkoşîna me. Bila serê malbatan û gelê me yê welatparêz sax be.

Nasnameya gerîlayên şehîd bûne:

Nasnav: Berîvan Sûltan
Nav paşnav: Adalet BORA
Cihê jidayikbûnê: Sêwereg/Riha
Dem û cihê şehadetê: 16'ê Tebaxa 1990 / Botan

Nasnav: Leyla
Nav paşnav: Adîfe ALKALKAN
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Gulana 1993 / Bedlîs

Nasnav: Sînem
Nav paşnav: Cemîle AKKUŞ
Cihê jidayikbûnê: Bazîd
Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 1994 / Bedlîs

Nasnav: Evîndar Zagros
Nav paşnav: Ozlem CEBÎR
Cihê jidayikbûnê: Kayserî
Dayik-Bav: Fatma-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 9'ê Adara 1998 / Erzîrom

Nasnav: Baran Sarya
Nav paşnav: Fatma ARSLAN
Cihê jidayikbûnê: Erdexan
Dayik-Bav: Încî-Cengîz
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Gulana 1999 / Metîna

Nasnav: Rojda
Nav paşnav: Kader OMUR
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Gul-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 31'ê Gulana 1995 / Botan

Nasnav: Berîvan Gever
Nav paşnav: 
Cihê jidayikbûnê: Tilora/Colemêrg
Dem û cihê şehadetê: 1999 / Colemêrg

Nasnav: Selcan
Nav paşnav: Çîçek SELCAN
Cihê jidayikbûnê: Elbîstan 
Dem û cihê şehadetê: 9'ê Gulana 1991 / Başûrrojava

Nasnav: Sozdar
Nav paşnav: Çîgdem SERAÇ
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dem û cihê şehadetê: 16'ê Mijdara 1993 / Botan

Nasnav: Medya
Nav paşnav: Meryem YILDIZ
Cihê jidayikbûnê: Enqere
Dem û cihê şehadetê: 1995 / Erzîrom