Muslim: Metirsî zêde ye, mejiyê AKP'ê yê Îttîhat û Terakkî ye

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Muslim diyar kir ku di nava dewleta Tirk de zîhniyeta Îttîhat û Terakkî xwe nû kiriye û got, ev yek hem ji bo Kurdan, hem jî ji bo Rojhilata Navîn metirsiyeke mezin e.

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, li ser gefên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji ANF'ê re axivî. Muslim bal kişand ser hevdîtinên navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Tirkiyeyê û got, ew dixwazin li pişt perdeyê çi diqewime.

Muslim, gefên Erdogan weke "îlana şer li dijî hemû Kurdan" bi nav kir û diyar kir, ya ku dewleta Tirk dixwaze bike "Nûkirina zîhniyeta Îttîhat û Terakkî" ye.

Muslim got, "Erdogan piştî ku li Tirkiyeyê hemû erk bi dest xist, plana xwe xiste dewrê. Bi MHP, Ergenekon, Hîzbûllah û hemû sûcdarên şer ên salên 90'î re tifaq kir. Li gorî me, rêxistinbûna Îttîhat û Terakkî ya destpêka sedsala 20'an ji nû ve xist meriyetê. Wê wextê Ermenî û Suryanî hatin qirkirin û Rûm ji Anatoliyê hatin derxistin. Kurd man, niha jî bi Îttîhat û Terakkî ya nû dixwaze Kurdan qir bike. Şerê li Başûr, Bakur û Rojava encama vê polîtîkayê ye."

'ERDOGAN METIRSIYEKE LI SER HEMÛ GELAN'

Muslim got, "metirsiyeke mezin li pêşiya Kurdan e" û wiha dewam kir: "Zîhniyeta Îttîhat û Terakkî bi mejiyê 'Kurdê herî baş Kurdê mirî ye' tevdigere. Ji bo Kurdan ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne. Ti Kurd nikare bêje tiştek bi min nayê. Dema ku qala qirkirinê tê kirin, ji bo wan filan partî, filan nêrîn an jî meyl ne girîng e."

Muslim bal kişand ser gotina Erdogan ku got "Kurdên terorîst" û diyar kir, "Ev gotin bi zanebûn hatiye gotin." Muslim anî ziman, gefa tê xwarin ne tenê li dijî Kurdan e.

Salih Muslim bi dewamî got, "Metirsiyeke mezin li ser Kurdan heye, lê belê ev yek ne tenê li ser Kurdan e. Li ser hemû gelan metirsiyeke mezin heye. Mesela, niha li Îdlibê çi dikin? Zilmê li gelê Ereb ê li wir dikin, li deverên din zilmê li hinekî din dikin. Yek ji armancên bingehîn ên Îttîhat û Terakkî ya nû pêkanîna Mîsakî Millî ye. Ji Helebê heta Mûsil û Kerkûkê dixwaze erdnîgariyeke berfireh bi dest bixin. Ev qirkirin û dagirkerî wê ne tenê li dijî Kurdan be, wê gelên dor were gelên din jî. Erdogan çend roj berê gotibû, 'Em di nava 20 milyon çargoşeyê de li nava 700 hezar çargoşeyî hatin asêkirin'. Mêrik hîn jî xewna erdnîgariya ji 20 milyon çargoşeyî dibîne."

XEYALA MÎSAKÎ MILLÎ YA ERDOGAN

Muslim ragihand, di karê ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn de Erdogan dest ji rola ku ji Tirkiyeyê re hatiye dayin berdaye û planên xwe xistiye dewrê. Muslim got, "Di karê jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de rolek ji Tirkiyeyê re hatibû dayin. Lê belê planên veşartî yên Tirkiyeyê hebûn û di çarçoveya vê planê de derket derveyî rola jê re hatiye dayin. Mesela; xeyala Mîsakî Millî. Ji bo vê armanca xwe jî hemû terorîst bi kar anî. DAÎŞ bi kar anî, El Nûsra bi kar anî, yên din bi kar anî. Lê belê piştî demekê planên wî yên veşartî eşkere bûn. Niha jî hewl didin Tiriyeyê ji vê planê vegerînin. DAÎŞ bi kar anî, lê DAÎŞ li ber tinebûnê ye, li Îdlibê El Nûsra bi kar tîne, çeteyên ji Ûygûr, ji Çeçenîstanê bi kar tîne. Her kesî dît ku Tirkiye sponsor û patronê van çeteyan e. Kurdan li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û li qada navneteweyî bûn xwedî bandor. Li ser vê yekê Tirkiyeyê dest ji her tiştî berda û ji bo Kurd tiştekî bi dest nexistin, hate vê nuqteyê. Dibêje, 'Kî çi dixwaze ez ê bidim, lê bila tenê Kurd mafekî bi dest nexe'. We rewşa li Kerkûkê dîtin, ne tenê ji aliyekî dixwaze ji tevahiya Kurdan rizgar bibe."

'EM PIŞTA XWE DISPÊRIN GEL'

Der barê gefên li ser Bakurê Sûriyeyê jî Muslim got, "Em nizanin bê di navbera DYE û Tirkiyeyê de li pişt perdeyê çi diqewime" û diyar kir, gelên li herêmê ji bilî hêza xwe, pişta xwe bi kesî germ nake.

Muslim got, "Ya ku li Efrînê li ser serê me bariyan, bombeyên NATO'yê bû" û wiha dewam kir:

"Ji bo Kurd tiştekî bi dest nexin, Tirkiye di nava hewldanên cuda de ye. Geh xwe dide aliyê NATO'yê, geh aliyê Rûsyayê. Siyaseteke pragmatîk dimeşîne. Tirkiye hem li hundir, hem jî li derve asê bûye û hewl dide bi rêya şer xwe ji vê rewşa tengavbûyî rizgar bike. Li bendê ye ku êrîş û gefên li dijî me bên pejirandin. Em nizanin bê li pişt perdeyê çi diqewime. Lê belê em bi hêza gelê xwe, bi rêxistinbûn û berxwedana xwe piştrast in. Yek radibe li dijî te şer radigihîne, tê ber deriyê de, tu yê wê çaxê çi bike? Tu yê li ber xwe bide, rêyeke din nîne. Ji ber vê yekê em pişta xwe bi kesî germ nakin, em xwe dispêrin gelê xwe. Mesela li Efrînê her kesî xwe ker û lal kir. 60 rojan bombeyên NATO'yê li ser serê me bariyan, çekên NATO'yê li dijî me hatin bikaranîn. Ev yek jî li dijî qanûnên NATO'yê û Neteweyên Yekbûyî bû. Lê kesî dengê xwe nekir."

'DYE NE DIXWAZE ME WINDA BIKE, NE JÎ TIRKIYEYÊ'

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê PYD'ê Salih Muslim anî ziman, DYE naxwaze Kurdan û Tirkiyeyê winda bike, lê heman tişt ji bo AKP'ê derbas nabe û wiha dewam kir:

"DYE hem naxwaze Kurdan winda bike, li aliyê din jî Tirkiye heye. Tirkiye endamekî NATO'yê ye û bi DYE'yê re ye. DYE dixwaze me û wan winda neke. Ji xwe Erdogan û koma wî jî sûdê ji vê digire. Ji bo me ne pirsgirêk e, dikare têkiliya xwe bi me re hebe, bi Tirkiyeyê re jî hebe. Em dibêjin, bila têkiliya DYE'yê ya bi wan re ne li dijî me be, ne li zerara me be. Lê belê Tiriye dibêje, 'Ya ez, ya ew'. Dixwaze bike ku DYE helwestê biguherîne. DYE naxwaze me winda bike, naxwaze Tirkiyeyê jî winda bike. Lê heman tişt ji bo AKP'ê derbas nabe. Bi vê polîtîkayê AKP'ê naxwaze. Em nizanin bê wê rêyeke çawa bibînin. Lê belê Tirkiye bê siyaseta xwe re ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû Rojhilata Navîn û cîhanê metirsî ye."