Muslim: Ger êrîşî Efrînê were kirin, wê şer derbasî Tirkiyeyê bibe!

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê û hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim hişyarî da û got ku eger êrîşek çêbibe wê şer derbasî Tirkiyeyê bibe. Muslim; “ Eger Kurd yekîtiya xwe ya netewî pêk bîne wê li Rojhilata Navîn bibe hêza herî girîng.”

Salih Muslim bal kişand li ser şerê li Sûriyeyê û diyar kir ku Sûriyeye veguheriya qada ku hesabên şerê Cîhanê yê 3’emîn. Muslîm got ku eger di rewşa ku şer sar nebe wê derbasî erdnîgariyekî berfireh bibe.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM û hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim têkildarî serhîldana gel a li Îranê, civînên Soçî û Cinêv ku di rojevê de ne û Kongereya Netewî ya Kurd bersivan pirsên ANHA’yê da.

‘GER TIRKIYE NEBE, SKUNET HEYE’

Salih Muslim di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku Sûriya veguherî navenda tesfiyekirina hesabên hêzên derve, di encamê de alozî kurtir bû û gel fatoreya vê aloziya dide.

Muslim diyar kir ku şerê li Sûriyeyê tenê li hin deveran hatiye sînordarkirin û wiha dom kir: “Piştî ku şerê li Bakurê Sûriyeyê bi dawî bû, li hin deverên din wekî Îdlib, Dera û hin herêmên girêdayî Şamê di navbera gelek aliyan şer rû da. Ev hêz ji bo berjewendiyên xwe li ser van herêmên şer dikin.”

ÎDLIB

Muslim di nava axaftinên xwe de bal kişand li ser şerê li Îdlibê û got: ʺGelek aktor hene hişt ku ev dever bibe navenda şer. Li vir rêxistinên mîna Ixwan El-Muslimîn hene, her wiha ev cihê dikeve ser sînorê Tirkiyê û ji Tirkiyê re hêsane ku destwerdanê tê de bike.ʺ

Muslim wiha nirxand: “Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve pîlanên Tirkiyê yên dagirkirina herêmê hene, li ser vê yekê gelek rêxistinên terorîst mîna Heyet Tehîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) û DAIŞ‘ê derketin, Tirkiyê destek dida van koman da ku bi riya wan projeyên xwe yên dagirkirina herêmên me pêk bîne. Ji xwe armanca Tirkiyê ji vê yekê xirabkirin, ferzikirina sîstemek nû li Sûriye û rakirina Kurdan ji holê ku hedefa wî ya sereke ye.

‘TIRKIYE DI REWŞEK TEVGAV DE YE’

Muslim destnîşan kir ku komên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirtin wê di demeke nêzîk de li Idilbê lê biqulibe û wiha pêde çû: “Hemû hêzê wê beşdarî şer li Idlibê bibin, ev hêz wê dûrî Tirkiyê bin. Hin çeteyên wî wê bêjin ku eger Tirkiyê beşdarî şer nebe ew jî şer nakin. Her çiqasî Tirkiye dixwest derbasî bajaroka Ebû Zihûr bibe, lê rêjîmê ji destê çeteyên wê derxist. Tu hêz wê nikarbe rê li ber rêjîmê bigire ku derbasî vê bajarokî bibe, ji ber girêdayî Sûriyayê. Tirkiya niha mecbûr şer bike, heger şer bike wê Tirkiyê ber bi tehlukeyê ve bibe ango wê mehfa wê were.”

Muslim got ku derbasbûna Îdlib pîlanên gelek dewlet û hêzan e û wiha anî ziman:”Di nav de hêzên me jî, Îdlib herêmeke bi çiyayê xwe, gelî û deştê xwe tê nasîn, em jî li gorî wê berpirsyariyê ne ku em ê hemû komên terorîst jê biqewitînin.”

CERABLÛS Û BAB

Têkildarî destwerdana Tirkiyê di Cerablûs û Babê de Muslim ev tişt da diyakirin “Tu kes naxwaze Tirkiyê derbasî Sûriyeyê bibe, wê vîna gel li hember pîlanên Tirkiyê bisekine. Dema gelê Sûriyê got na, wê ne Tirkiyê û ne jî Rûsiya karibin gel bidin sekinandin.”

‘GER ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ BIKIN, WÊ ŞER DERBASÎ TIRKIYEYÊ BIBE’

Salih Muslim teqez kir ku gefxwarinên Erdogan ên dagirkirina Efrînê “lîstina bi agir eʺ . Gelê Efrînê wê li hemerî wî bibe volkan, wekî çawa gelê Kobanê li hember çeteyên DAIŞ‘ê sekinî û rizgar kir wê berxwedana Efrînê hê mezintir be.

‘ÎRAN PÊWÎSTE BERBI DEMOKRATÎKBÛNÊ VE BIÇE’

Muslim her wiha li ser mijara raperîna gel li Îranê jî got “Îran ji welatên herî zêde yên desthildariya wan li ser gel heye. Serokê wê Xaminî bi saziyên xwe yên îstixbaratê welat hukim dike. Li hemberî rêjîma melalî gel ji hemû pêkhateyên xwe rabûn serhildanan, ji ber ku rêjîma Îranê ji DAIŞ ne cudatir e ku baweriya gelan diguhere. Dewleta Îranê yek ji mezintirîn dewletên navendî li Rojhilata Navîn e, heger di vê nêzîkatiya xwe de berdewam bike wê ew jî ber bi tehlukeyê ve biçe. Divê dest ji desthildariya xwe ya li ser gelên xwe berde. Destwerdana hêzên derve jî ti sûdê li Îranê nake û divê guhertin ji hundir dest pê bike.”

Muslim her wiha projeya Neteweya Demokratîk wekî rêbazên çareserkirina nakokiyên dîrokî yên Suna û Şîna bi nav kir û got: “Pêwîste gel bibe xwedî biryar û desthilatdariyê qebûl neke.”

‘CÎNEV Û SOÇÎ’

Endamê Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM‘ê civînên Cinêv û Astanayê wekî ‘tektîkên siyasî‘ di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsiya de bi nav kir û anî ziman ku tektîkên siyasî aloziyê kûrtir dike.

Muslim di berdewama axaftina xwe de got: “Cinêv ji destpêkê ve ti çareserî peyda nekir, ji ber ji aliyê yek kesî dihat birêveberin, ew kes jî nûnerên rast ên herî bi hêzê ji civînan dûr dixist.”

Salih Muslim wiha dewam kir: “Çima Tirkiyê naxwaze Kurdên Bakurê Sûriyeyê beşdarî civînên çareserkirinê bibin?, ji ber ku gelên Bakurê Sûriyeyê li hemberê mezintirîn hêzên terorîst di cîhanê de ya ku desteka xwe ji Tirkiyê digirt sekine. Kurd jî xwediyê çareserkirina aloziya Sûriyeyê ne û dûrxistina me ji danûstandinan aloziyê kûrtir dike.”

Girêdayî Kongreya Sochî Muslim ev tişt anî ziman: “Kongreya Sochî li ser esasê du xalan were lidarxistin, yek destur û ya din hilbijartinên Sûriyê û ji ber ku di bin bandora Tirkiyeyê wê were lidarxistin wê ti encam bi dest nexe.”

Muslim behsa pêşeroja aloziya Sûriyeyê û herêmên Bakurê Sûriyeyê kir û got”Piştî rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ‘ê me gavên mezin ber aştiyê ve avêtin, lê em nabêjin ku şer bi dawî bû. Wekî Federaliya Bakurê Sûriyeyê projeyên me yên parçekirina Sûriyeyê tune ne, lê belê em amade ne têkiliyên hevbeş bi her aliyên ku dixwazin alozî bi dawî bibe, çêbikin.”

KONGREYA NETEWÎ

Endamê Komîteya Têkiliyên ya TEV-DEM‘ê Salih Muslim anî ziman ku serkeftinên ku di demên dawî de hatine bidestxistin hêza kurdan a li hember dijminan îsbat kir û got: “Ev têrê nakê, ya herî girîng ew e ku Kongreya Netewî ya Kurdistan were lidarxistin û gelê Kurd li her çar parçeyan yekîtiya xwe ava bikin, ev yeke ne tenê ji partiyên siyasî tê xwestin, lê belê gereke gel bibe xwedî biryar û çaresernûsa xwe diyar bike û lêvegereke wê ya siyasî û fikirî hebe.”