Meshed: Çareserî bi diyaloga navbera rejîmê û MSD'ê dibe!

Serokê Şandeya Muxalefeta Hundir a Cenevreyê Elyan Meshed diyar kir ku divê rejîm û MSD ji bo çareseriyê diyalogê pêk bînin û got, bi dîtina min her du alî ji vê yekê re amade ne.

Li Sûriyeyê ji aliyekî ve şer bi dijwarî dewam dike, li aliyê din jî dengê ji bo diyalogê bilindtir dibe. Îdîayên li ser diyaloga di navbera rejîmê û rayedarên Bakurê Sûriyeyê her roj di çapemeniyê de cih digirin. Lê belê ev îdîa heta niha ji aliyê rayedarên Bakurê Sûriyeyê ve nehatine piştrastkirin.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di nava hefteyê de li bajarê Tebqayê kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist. Ji hemû herêmên Sûriyeyê gelek hêz û kesayet tevlî kongreyê bûn. Piştî konrgeyê jî di navbera aliyan û rayedarên MSD'ê de hevdîtinan li bajarê Eyn Îsayê dewam kir.

Yek ji wan kesên ku beşdarî diyalogê bûn Serokê Şandeya Muxalefeta Hundir a Cenevreyê Elyan Meshed e. Meshed diyar kir ku ew ji  bo diyalogê hatiye wir û got: "Ji ber ku li vir diyalogeke Sûrî li vir heye ez hatime vir. Ez helwesta MSD'ê erênî dibînim. Rast e, hinek tişt hene divê em bi hev re sererast bikin. Wek pênaseya nenavendîbûnê û mafê çarenûsê. Li gorî nêrîna min, mafê çarenûsê nayê wateya dest ji hev bê berdan û herêm ji hev bê qutkirin. Berevajî vê yekê, mafê çarenûsê daxwaza wekhevî, demokrasî, azadî û mafan e."

Meshed hewldanên siyasî yên ji bo çareseriya qeyrana Sûriyeyê jî erênî dît û got, her du aliyên sereke yên Sûriyeyê (rejîm û MSD) amade ne li dora maseyê rûnên. Meshed vê yekê weke "çare û hêviyê" dibîne û wiha dewam kir: "Serokdewletê (Beşar Esad) vê dawiyê got, 'destê me vekirî ye ji bo diyalogê'. Li gorî min dîtî ji bo diyaloga bi rejîmê re, ti pirsgirêk li gel MSD'ê nîne."

Meshed di dawiyê de ji bo destwerdan û dagirkeriya dewleta Tirk a li xaka Sûriyeyê jî ev helwest nîşan da: "Tirkiye di esasê xwe de dewleteke ku dijminatiyê li Sûriyeyê dike. Lewma jî em di destpêkê de li dijî destwerdana Tirkiyeyê ne. Ji xwe niha dagirkerek li ser axa me ye. Em jî ji bo derxistina Tirkiyeyê ya ji ser vê axê amade ne."