Meclîsa Şengalê êrîşa li dijî YBŞ'ê şermezar kir

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê êrîşa hêzên Iraqî ya li dijî YBŞ'ê şermezar kir. Meclîsê diyar kir, "Fêhm kirin ku nikarin îradeya civaka Êzidî bikişînin û êrîşî şervanan kirin."

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser êrîşa hêzên Iraqê ya li dijî wesayiteke YBŞ'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Meclîsê wiha ye:

"Em êrîşa ku doh li ser zarokên me yên Êzîdxanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hatiye kirin, bi awayekî tund şermezar dikin.

Çawa ku me di fermanê de dît hikumeta Iraqê keç û zarokên me neparastin û Êzîdxan di nava destê çeteyên DAIŞ’ê de hişt, îro jî li şûna ku di parastina civaka Êzidî de xwe berpirsyar bibîne, êrîşî me dike. Ji Nîsana 2018’an û vir ve, piştî ku artêşa Iraqê hat herêmê, gelek caran êrîşî ser milletê me kiriye, zext li ser keç û xortên me meşandiye, di her alî de jiyan li me teng kiriye û em xistine nava dorpeçê. Hatina wan a li Şengalê, di her alî de guhertinek erênî li ser civaka me çênebûye. Nimune deriyê ku keç û xortên me ji bo rizgarkirina miletê xwe bi xwîna xwe vekiribû û ev derî bi taybet di aliyê tenduristî û pêdiviyên jiyanî de ji bo me weke qada nefesê bû, hat girtin. Mixabin bi hatina arteşa Iraqê re qada nefesa civaka me girtin. Heta niha keç û zarokên ji destê DAIŞ’ê tên rizgarkirin, ji aliyê Artêşa Iraqê ve têne astengkirin û derî ser li wan tê girtin. Dayikên me, milletê me dema dixwazin vî derî vekin, her carê ji aliyê artê Iraqêve çek li ser wan tên dirêjkirin, tên tehdîtkirin. Hemû cîhan jî baş dizane ku piştî fermanê milletê me yê Êzîdî li hemû deverên cîhanê belav bûye, lê tu kesî weke hikûmeta Iraqê, ji bona vegera Êzîdiyan a ser xaka xwe astengî dernexistine.

DIXWAZIN ÎRADEYA CIVAKA ME BIŞIKÎNIN

Çend roj berê jî li ser navê dewletê Falih Feyaz dema ku hate Şengalê daxwaz ji aliyên Êzîdî, bi taybet jî ji hêzên parastina civaka Êzîdî kir ku li ser navê Şirtayê îtîhadî (Polîsên Federalî) bêne belavkirin. Ev jî destnîşan dike ku ne ji hêla parastinî, ne jî ji hêla siyasî ve di mantiqa dewletê de guherinek çênebûye û dixwaze careke din vê civakê mîna beriya fermanê têxe bin kontrola xwe. Gava ev êrîşa ku li ser zarokên me şervanên YBŞ’ê hate kirin jî li ber çavan tê girtin, diyar dibe ku dewletê nekarî ji aliyê siyasî ve vê îradeyê bişikîne û fêm kir ku ev îrade mîna berê zû bi zû teslîm nabe, lewma careke din dixwaze bi rêka çekan keç û xortên ku parastina vê civakê dikin hedef bigire û bitirsîne.

BILA GELÊ ME NERAZÎBÛNÊ NÎŞAN BIDE

Em weke Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê vê êrîşa Artêşa Hikumeta Iraqê bi awayek tund şermezar dikin û daxwaz ji gelê xwe dikin ku li beramberî planên dewleta Iraqê hişyar bin û rê nedin ku dewlet îradeya azad a civaka me binpê bike. Di heman demê de daxwaz ji gelê xwe yê li herçar aliyê Kurdîstan û derveyî welat dikin ku bi ruhê berxwedana Şengalê serî hildin û li pêşberî saziyên netewî, Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafê mirovan van êrîş û bênpêkirinên îradeya civaka me ya Êzîdî şermezar bikin."