Lûnnebach: Qedexeya li ser PKK’ê piştî îstîsnayê bû zagon

Li Berlînê konferansa qedexeya li ser PKK’ê didome. Parêzerê Kurdên li Elmanyayê Edît Lûnnebach got ku, “Astengî û qedexeya li ser Kurdan bi îstîsnayê dest pê kir û di nava demê de ev bû zagon.”

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê konferansa bi navê ‘Qedexeya 25 salan a li ser PKK’ê û demokrasiya di bin xizmeta siyaseta derve ya Elmanyayê de ye’ di destê sibehê de dest pê kir. Parlementerên partiya Çep ên Elmanyayê jî di nav de gelek hiqûqnas, siyasetvan û parêzvanên mafên mirovan tevlî konferansê bûn.

Konferans ji aliyê Komeleya Azadî ya ku ji bo siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê yên girtî têdikoşe, Komeleya Navneteweyî ya ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê (MAF-DAD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan (EJDM/ELDH), Rêveberiya Federal a Roten Hîlfe tê organîzekirin.

Konferans bi axaftina rêvebera Komeleya Azadî, Dr. Elmar Mîllîchê dest pê kir. Dr. Mîllîch qala pêvajoya piştî salên 1993’ê kir a ku qedexeya li ser PKK’ê hatibû destpêkirin û bal kişand ser têkoşîna 25 salan a li hemberî qedexeyê û têkiliyên di navbera dewleta Elmanyayê û Tirkiyeyê.

Parêzvana mafên mirovan a Elmanyayê bi bîr xist ku di salên dawîn de bi qedexekirina sembolên nû re, qedexe berfirehtir bûye û têkildarî bernameya konferansê agahî da.

Piştre parlementerê Partiya Çep Thomas Fluger axivî. Fluger li ser navê Partiya Çep beşdarên konferansê silav kir û diyar kir ku polîsên Elmanyayê dixwazin konferansê asteng biin.

PARTIYA ÇEP: EM Ê PEYWIRA XWE BI CIH BÎNIN

Fluger diyar kir ku ew ê ji bo bidawîbûna pêkutiyên li ser Kurdan têbikoşin û got ku, ‘Em jî li benda encama konferansê ne. Ji bo bidawîbûna pêkutiyan peywira ku dikeve ser milê me, em ê bi cih bînin”

Di çarçoveya beşa pêşîn a konferansê de parêzer Edît Lûnnebach axivî, yê ku di doza sala 1988’an de li Dusseldorfê li dijî siyasetmedarên Kurd hatibûn vekirin, parêzeriya siyasetmedarên Kurd kiribû. Lûnnebach diyar kir ku di 30 salan de qedexeyên li ser PKK’ê kûrtir bûne û got ku, “Qedexe û astengiyên li ser Kurdan bi îstîsnayê dest pê kir û di nava demê de bû zagon. Ji bo ku Elmanya ji PKK’ê re bibêje terorîst, ji mêj ve planek hatibû kirin. Di biryarên darizandina li Dusseldorfê ya di sala 1988’an de em dibînin.”

‘EYWANA DADGEHÊ WEKÎ QEREQOLA POLÎSAN BÛ…’

Parêzer Lûnnebach diyar kir ku serdozgeriyê ji dêvila sûcên siyasî, qala sûcên edlî kiribû û got, “Eywana dadgehê wekî qereqola polîsan bû. Agahiyên di darizandinê de bi awayekî derzagonî ji dewleta Tirk re hate şandin. Ligel ku me got ev tişt sûc e jî, dewleta Tirk li hemberî PKK’ê de sûd ji van agahiyan stend.”

Siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr jî qala têkoşîna Kurdan a li Elmanyayê ya 40 salan kir. Demîr bi bîr xist ku Kurdan piştî dawiya sala 1980’an dest bi avakirina komeleyên xwe kirine û got ku ‘Bi hinceta ku ew ê Ocalan biaxive, pîrozbahiya Newrozê ya di 21’ê Adara 1986’an de hate astengkirin. Di heman demê de bêyî ku biryara dadgehê û darizandin hebe, bi fermanekê PKK hate qedexekirin. Tenê ji bo darizandina li Dusseldorfê 86 milyon mark hate xerckirin. Li hemberî qedexeyan di sala 1994’an de li Mannheîmê du jinên Kurd xwe şewitandin. Di heman salê de di meha Hezîranê de li Hannoverê ciwanekî dema ku dixwest afîşan dar ve bike, bi guleyên polîsan hate qetilkirin. Di sala 1995’an de çalakgera greva birçîbûnê Gulnaz Bagistanî ji ber şîddet û pêkutiyan mir. Hemû çalakî û xwepêşandanên Kurdan bi hincetên beredayî hatin qedexekirin.”