Lîstika 'Bûka Axê' li Mexmûrê tê nîşandan

Koma Hêvî Yekda ku li kampa penaberan a Mexmûrê di bin sîwana navenda çand û hunerê de karê şanoyê dikwê lîstika xwe ya nû "Bûka Axê" rojên pêş pêşkêşî şêniyên kampê bike.

Koma ku bi biharê re dest bi serdemeke nû dike, meheke li atolyeya şano karê perwerdeyê dike. Provayên ji bo lîstika 'Bûka Axê' temam bûn. Lîstika ku ji aliyê Şanoya Çiya ve hate nivîsandin û ji aliyê Koma Hêvî Yekda ve hate lîstin, derhêneriya wê Ekîn Ronî dike.

Koma şano provaya xwe ya giştî 21'ê Sibatê li pêşberî 25 temaşevanan kir û piştî nêrîn, rexne û pêşniyar ji temaşevanan wergirt amadekariyên xwe yên dawî temam kir.

Lîstik wê bi vî rengî di 28'ê Sibatê de derkeve pêşberî temaşevanan. Ji 6 heta 13'ê Adarê jî wê careke din bê nîşandan. Her wiha di 27'ê Adarê roja Şano ya Cîhanê de wê ji bo bîranîna hunermend Yekta Herekol bi bernameyeke taybet bê pêşkêşkirin.

Lîstika 'Bûka Axê' qala êş û azara salên 1990'î ji ber valakirin û şewitandina gundên Kurdan ên ji aliyê dewleta Tirk ve dike. Biyanîbûna ji gundan û koça ber bi bajaran, her wiha nakokiyên ji ber vê yekê rû dan vedibêje.