Li Wanê êşkence serbest e!

Polîtîkaya cezanekirinê ya hikûmetê ya li hember cezanekirinê kir ku li Wanê salên dawî bûyerên êşkenceyê zêdetir bibin. Doz ne li yên êşence dikin, yên tên êşkencekirin tên vekirin.

Piştî Suleyman Soylû weke Wezîrê Karê Hundir ê Tirk hate erkdarkirin û şûn de, li Wanê bûyerên êşkenceyê her diçin zêdetir dibin. Li Wanê ya ku 4 sal in bi qedexeya çalakî û aktivîteyan di bin êşkenceya derûnî de ye, hemû kolan bi polîsan hatiye tijekirin, hema bêje her sal bi dehan bûyerên êşkenceyê bi raya giştî re tên parvekirin. Hêzên JOH û POH ên kolan, tax û gundên Wanê dorpêç kirine, êşkenceyên dikin li ser tevnên dijîtal parve dikin, lê tevî vê jî bi bêcezakirinê tên xelatkirin.

Li Wanê piştî êrîşa bi roketan a li hember qereqola polîsan a li navçeya Westan a sala 2018’an û şûn de POH’ê  gundiyên ji bo berhevkirina keyarkan asê mabûn, piştî êşkence li wan kirin û şûnde li ser tevnên dijîtal dîmenên wan parve kiribûn. Li ser giliyên gundiyan li ser polîs doz hate vekirin. Polîsê êşkencekar cezayê pere yê 3 hezar TL lê hate birîn. Ji bo polîsê bi navê O.Ş ê yê cezayê pere lê hate birîn ku biryara berdana wî hate dayîn bi vê yekê polîsê ku êşkence li gundiyan kir û dîmenê wan parve kir bêceza ma.

Di sala 2019’an de di dema protestoyên qeyûman de polîsên ku ketin çayxaneya li Kolana Sanatê ya Wanê bi lêdanê nexweşê şîzofiren Firat Koç nexweş kirin. Dozgeriya Komarê ya Wanê jî bi îdîanameya amade kirî nexweşê şîzofiren Koç bi sûcê ‘Li gel endamtiya rêxistinê, li ser navê rêxistinê sûc kirin’ û ‘civînên li dijî hiqûqê û tevî hişyariyê belavnebûn’ doz lê vekir.

‘GUNDIYÊN KU PEZÊN XWE DIÇÊRANDIN JI HELÎKOPTERÊ AVÊTIN’

Piştî şerê li herêma Çigiliyan a Şaxê hêzên JOH’ê yên du gundiyên bi navê S.T û O.Ş ku pezê xwe diçêrandin destgîrkirin, êşkence kirin ji helîkopterê avêtin xwarê. Piştî ku bûyer kete rojeva raya giştî û şûnde, Walîtiya Wanê daxuyaniyek fermî da. Walîtiyên diyar kir ku gundî ji helîkopterê ketine û lêpirsîn dane destpêkirin.

Parlementerên HDP’ê Yayyîp Temel, Mûrat Sarisac û Mûazzez Orhan li Meclîsê avêtin gundiyan ya ji helîkopterê ji Wezîrê Karê Hundir Soylû pirsî, lê ti bersivek nehate dayîn.

SARISAÇ Ê HDP’Î: LI WANÊ SEDÎ SED PÊŞIYA ÊŞKENCEYÊ HATIYE VEKIRIN

Parlementerê HDP’ê Mûrat Sarisaç têkildarî mijarê ev got: “Li holê ji sedî sed pêşîvekirina êşkenceyê heye. Di êşkenceya li gundiyên ku li Wesanê kuvark kom dikirin, dadgehê derbarê van kesan de biryara berdanê da û dosya girt. Niha avêtina gundiyan a ji helîkopterê carekî din êşkence hate piştrastkirin. Li Wanê di salên dawî de bûyerên êşkenceyê zêde bûn. Sala borî ciwanek ku pirsgirêkên wî yên derûnî hebûn û nexweş li ber kamereyan hate lînckirin.

Wezîrekî Karê Hundir ê bi Destûra Dadgeha Bingehîn re di nava nakokiyan de ye heye. Wezîrê Hundir bi temamî hiqûqê binpê dike. Berî niha daxuyaniyek ku ‘lingên firoşkarên madeyên hişbir bişkînin’ dabû. Fermana ‘bê rehm’ a ji bo hêzên ewlekariyê destûr bû. Hişmendiya derhiqûqî û çetewarî her roja diçe derdikeve holê, rewş pir wahîm e.”