Li Serêkaniyê çete bi hev ketin, gelek ji hev kuştin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Serêkaniyê ya dagirkirî bi hev ketin. Hate ragihandin ku çeteyan gelek ji hev kuştine.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a ANHA'yê, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji nava bajarê Serêkaniyê, şerê çeteyan ê li ser qaçaxçitiyê ku beriya çend rojan rû dabû, doh bi şev jî dewam kir.

Çeteyên koma El Sûltan Mûrad û çeteyên ji herêma Dêra Zorê ji ber nakokiyên li ser qaçaxçitiyê bi hev ketin.

Hate ragihandin ku şer li sûka navendî qewimiye, çeteyan çekên giran li hemberî hev bi kar anîne û gelek ji hev kuştine.

Li gorî agahiyan, hin ji topên di vî şerî de hatin bikaranîn li Bakurê Kurdistanê ketine.