Li Rûsyayê cejna Xidir Nebî hate pîrozkirin

Li Rûsyayê civaka Êzidî bi şahiyekê cejna Xidir Nebî û Xidir Elyas pîroz kir.

Li paytexta Federasyoana Rûsya Moskowa û bajarê Çelyabinskê Êzidiyan cejna Xidir Nebî û Xidir Elyas ku ji bo baweriya Êzidayetiyê pîroz in û her sal meha Sibatê tê pîrozkirin, bi şahiyên cur bi cur pîroz kirin. Li gorî baweriya Êzidiyan di vê cejnê de miraz hasil dibin. Êzidiyan jî mirazê ku şerê li Kurdistan û Şengalê didome biqede kir.

MOSKOWA

Gelek giregirên civaka Êzidiyan tevlî şaniya ku bi pêşengiya meclîsa gel a Êzdîxan û Moskowayê pêk tê, bûn. Pîrozbahiya li mala gel a Moskowayê hate kirin, li gorî kevneşopî û pîroziyên baweriya Êzdayetiyê hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de Serokê Meclîsa Gel a Moskowayê Refîq Kamil ji gel re axivî û got, “Di vê cejnê de li gorî baweriya me daxwaz û miraz tên qebûlkirin. Tenê yek miraza me heye ew jî ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.”

Piştî axaftinê hunermendên herêmî derketin ser dikê û bi stranên xwe tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî staran û dengê bilûrê, govend hat gerandin.

ÇELYABINSK

Li bajarê Çelyabinsk ê Ferderasyona Rûsyayê bi pêşengiya komalaya Êzidiyan jî şahiyên cejna Xidir Nebî û Xidir Elyas hat pîrozkirin. Gelek kesên ji civaka Êzidî tevlî şahiya ku li Mala Gel a Çelyabinskê pêk hatî bû. Serokê komalaya Êzidiyan Sefdinê Davoyî, li ser wate û girîngiya rojê axivî. Davoyî, di axaftina xwe de li ser kevneşopiya Êzidiyan sekînî û got, “Baweriya Êzidiyan baweriyeke kevnar e û xweşbîniya ku di nav civakê de afirandî heta roja me ya îro domandiye. Îro em Êzidiyên li Rûsyayê dijîn, ji bo jiyandian vê baweriya ji me re mîras mayî li hev civiyane. Îro cejna Xidir Nebî û Xidir Elyas ku daxwaz û miraz tên qebûlkirin e. Mirazê me ew e ku şerê li Kurdistan û Şengalê bi dawî bibe, gelê me bigihê azadiya xwe.”

Piştî axaftinan bi dahol û zirneyê, Kose Gelî kete salonê û li nav mêvanan geriya. 

Şahî bi stranên hunermendên xwecihî û govendê bi dawî bû.