Li Rojava meşa jinên Ciwan a ji bo Ocalan destpê kir

Li bajarê Dêrik ê Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo protestokirin û şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşa 2 rojan kirin.

Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya "Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê û rizgarkirina Rêber Ocalan serî hildin" meşek lidar xist. Meş wê 2 rojan dewam bike. 200 jinên ciwan ji hemû bajar û bajarokên herêma Cizîrê tev li meşê bûne.

Bi sedan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan a gundê Xana Serê yê girêdayî herêma Dêrikê, ber bi bajarê Dêrikê ve ketin rê û alên Yekîtiya Jinên Ciwan, wêneyên şehîdan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê û hemû herêmên Sûriyê hatin berzkirin. Her wiha jinên tevlî meşê bûne, piştgiriya xwe ya bi Leyla Guven û çalakiya wê ya greva birçîbûnê re diyar kir.

Li bendê ye ku çalakvan saet derdorî 15:30’î bigihîjin bajarê Dêrikê, wê ji aliyê şêniyan ve werin pêşwazîkirin û paşê wê berê xwe bidin Navenda Ciwanên Şoreşger û li wê derê wê sînevîzyonek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were pêşandan.

Jinên ku tevlî meşê bûne, wê sibê meşa xwe ber bi gundê Eyn Dîwerê yê li ser sînorê bakurê Kurdistanê ve dewam bikin.