Li Reqayê her kes ji bo rizgariyê dixebite

Pêngava Azadkirina Reqayê di roja 76’emîn de didome. Hêzên QSD’ê çembera li dora çeteyên DAIŞ’ê roj bi roj tengtir dikin.

Ji roja ku pêngavê dest pê kiriye û heta niha di çarçoveya plansaziyê de pêngav didome. Ji bo nesekinandina pêngavê û pêngav li gorî plansaziyê bidome, her kesên di pêngavê de bi berpirsyariyeke mezin peywira xwe bi cih tîne. Ji şervanên eniyên pêş bigire heta şervanên di warên lojîstîk, teknîk, tendirustî û cebilxaneyê de dixebite, her kes bi heman berpirsyariyê peywira xwe bi cih tînin. Hemû şervan tenê gotinekê dibêjin; divê pêngav bi rizgariyê bi encam bibe.

Li her cihî ji bo bicihanîna pêdiviyên pêngavê xebat hatine kirin. Hêzên QSD’ê ji bo bicihanîna van pêdiviyan çareseriyeke pratîk pêk anîne.

LI CIHÊ SANAYIYÊ YA PRATÎK DIXEBITIN

Yek ji van cihan jî cihê sanayiyê ya pratîk e. Li vê derê wesayîtên zirxî, wesatîyên barkirinê, çekên ferdî û giran tên tamîrkirin. Ji xeynî şervanên QSD’ê ji bo piştgiriya pêngavê sîvîl jî li vê derê dixebitin.

Yek ji van sîvîlan jî Ahmed e. Ahmed dibêje ku, “Ez hosteyê mekanîkê me. Ji her cure wesayît û mekanîkê fêm dikim. Çi dema ku pêwistiya hevalan hebe, ez têm. Carinan ez diçim eniya pêş jî. Ji wesayîtên xera bûne heta wesayîtên ku ji destê çeteyan tên stendin, em her tiştî tamîr dikin.”

Şervanê YPG’ê Weysî jî tevî hevalên xwe bi fedakariyeke mezin li vê derê dixebite.

Şervanê YPG’ê Karwan dibêje ku, “Tekane daxwaza me ev e ku pêngav di nîvî de nemîne. Ji bo rizgarkirin û derxistina hevalên birîndar û şehîd ên li nav şer, panzêr û wesayît gelekî girîng in. Ji ber vê jî em tevî hemû hevalên xwe bi xwesteke mezin dixebitin.”