Balefirên şer ên artêşa Tirk bombe li ser Qendîlê barandin
Balefirên şer ên artêşa Tirk li Qendîlê êrîşeke hewayî pêk anîn.
Balefirên şer ên artêşa Tirk li Qendîlê êrîşeke hewayî pêk anîn.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, îro piştî saet 15.00’an balefirên artêşa Tirk ên ku li ser Çiyayê Qendîlê û gundên wê digeriyan, bombe li ser herêmê barandine.
Têkildarî detayên êrîşa hewayî agahiyên zelal nehatin bidestxistin û ev du roj in ku balefirên keşfê li ser herêmê digeriyan.
Tevgera hewayî ya li herêmê didome.