Li pêşiya OPCW'ê protestoya kîmyewî: Gelek kes hatin destgîrkirin - HATE NÛKIRIN

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê, li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin. Polîsan dest bi destgîrkirina ciwanan kirin.

Bi pêşengiya ciwanên Kurd li pêşiya avahiya OPCW'ê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin.

Çalakgeran nerazîbûn nîşanî bêdengiya OPCW û saziyên navneteweyî ya li pêşberî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî dan.

Çalakgeran diyar kirin ku OPCW di serî de saziyên navneteweyî li hemberî êrişên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî bêdeng in.

Nêzî 30 ciwan ketin avahiya OPCW’ê lê polîsan mudaxeleyî wan. Polîsan ciwan destgîr kirin.

Li derve jî 100 kesan bi dovîz û pankartan çalakî domandin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku artêşa Tirk 7 meh in êrişan dibe ser Başûrê Kurdistanê û artêşa Tirk gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîne.