Li pêş çavê dayika wê êşkence li girtiya jin kirin

Remziye Karadag a li girtîgeha Xarpêtê dema ku bi  dayika xwe re hev dît, li pêş çavê dayika wê gardiyanan bi copê êrîş birin ser wê.

Girtiya bi navê Remziyet Karadag 9 meh berê ji Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T ya Rihayê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê hate kirin. Dayika Karadag, Fîdan Karadag çû hevdîtina keça xwe. Dayik Karadag got dema wê hevdîtinê bi keça xwe re dikir qerdiyanan li keça wê û hevalên wê daye.

Karadag anî ziman ku keça wê jî li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûye û duh ji bo wê bibîne çûye girtîgehê. Karadag diyar kir ku ji ber cezayên dîsîplînê piştî 4 mehan keça xwe dîtiye û got: “Kesên li derve ji bo deng derbixin lazim e girtî jiyana xwe ji dest bidin gelo? Keça min û hevalên xwe dimirin. Divê em bi her awayî xwedî li wan derkevin. Ez banga hestiyariyê dikim ku her kes xwedî li girtiyan derkeve.”