Li Osnabrukê Maas bi xwepêşandana Kurdan hate pêşwazîkirin

Li Osnabrukê bi beşdarbûna Wezîrê Têkiliyên Karê Derve yê Elmanya Heîko Maas aktiviteyek hate lidarxistin. Beriya aktivîteyê xwendekarên YXK û JXK’ê ji bo balê bikêşin ser berxwedana greva birçîbûnê û Rojava çalakiyek li dar xistin.

Li bajarê Elmanya Osnaburkê bi sernavê “Berpisyariya Elmanya a li cîhanê” aktivîteyek hate lidarxistin û Wezîrê Têkiliyên Karê Derve Heîko Maas beşdarî aktiviteyê bû. Aktivîte li qesra Schlossaûlayê pêk hat û çalakiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) û Jinên Xwendekar ên Kurd (JXK) bal kişand.

Li baxçeyê qesrê xwendekarên Kurd pankarta “Bijî Berxwedana Rojava”, alên Rojava hildan, bal kişandin  ser grevên birçÎbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga bihîstiyarbûnê kirin. Xwendekaran xwestin ku piştevaniya bi Rojava re were mezinkirin û firotina çekan a ji bo dewleta Tirk bidawî bibe.

Çalakgerek li pêşiya qesrê bi Maas re axivî û daxwaz kir ku ji bo ku Rojavayê Kurdistan ji êrîşên dewleta Tirk were parastin, rabûna balafiran were qedexe kirin. Maas li beramberî pirsan matmayî ma û xwest bikeve hundirê qesrê. Di dema aktivîteyê de jî ciwanekî Kurd pirsên bazirganiya çekan a bi dewleta Tirk re, serkeftina YPG’ê ya li dijî DAÎŞ’ê û siyaseta krîmînalîzekirina Kurdên li Elmanyayê dijîn ji Maas pirsîn.

Maas pirs bersivand û got li dijî Kurdan siyaseta krîmînalîzerkirinê nîne û qet qala mijara bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re jî nekir. Maas got ew li alîgirên ambargoya ku li ser Erebîstana Siûdî ne.