Li navenda Qamişlo teqînek pêk hat- NÛ BÛ

Li bajarê Qamişlo yê Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqînek pêk hat.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, li çerxerêya Soni ya navenda bajêr teqînek pêk hatiye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Hat ragihandin ku welatiyê bi navê Selahattîn Emîn Hisen ji ber êrîşê birîndar bûye. Ziyanek mezin gihiştiye dikan û avahiyên derdor.

Agahiyên berfirehtir hê nehatine girtin.