Li Moskowa û Saratovê êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Kurdên li Rûsyayê bi çalakî û daxuyaniyan li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ê li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê radibin. Herî dawî Kurdên li Moskowa û Saratovê daxuyanî dan û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.

Kurdên li Moskowayê li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên li ser qadên gerîla dan. Bi navê Kurdên li Moskowayê Serokê Yekîtiya Saziyên Civakî ya Kurd a Navneteweyî Arîf Azmanî û bi navê Kurdên li Rûsyayê nûnerên Saziyên Kurdan daxuyanî dan û li dijî êrişan banga xurtkirina têkoşînê kirin.

Di daxuyaniyê de operasyon û êrişên beriya niha yên dewleta Tirk ên li dijî PKK'ê hatin bibîrxistin û hate ragihandin ku çawa êrişên heta niha hatin têkbirin di vê êrişê de jî wê dewleta Tirk nikaribe encamê bi dest bixe.

Hate destnîşankirin ku armanca vê operasyonê tunekirina destketiyên gelê Kurd e û bang li Kurdan hemûyan hate kirin, bi taybetî yên li Rûsyayê hate kirin ku li her devera lê ne çalakiyan bikin. Her wiha bêdengiya raya giştî û hêzên navneteweyî ya li pêşberî vê êrişê weke hevpariya bi plana tunekirina gelê Kurd hate pênasekirin.

SARATOV

Kurdên li gundê Tîmonîno yê navçeya Dergaçî ya bajarê Saratovê jî bi heman armancê çalakiyek li dar xistin. Bi navê Kurdên li n avçeya Dergaçiyê endamên Meclîsa Kurd Îsmaîl Yûsûbov, Tevrat Abdullayeva û Îbrahîm Yûsûbov axivîn. Qisekeran diyar kirin ku polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd nayê qebûlkirin.

Di çalakiyê de işaret bi êrişên dagirkeriyê yên li ser qadên gerîla hate kirin û hate ragihandin ku armanc ji van êrişan xurtkirina desthilatdariya faşîst a dewleta Tirk e.

Çalakgeran diyar kirin ku artêşa Tirk çawa ku li Garê têk çû wê di vê êrişê de jî têk biçe û gelê Kurd jî heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe dewam bike.