NÛ BÛ-Li Misrê li dijî Mizgeftê êrîş: Herî kêm 235 mirî

Hat ragihandin ku li Misrê di êrîşa bombeyî ya li dijî mizgeftê der herî kêm 235 kesan jiyana xwe ji dest da. Di êrîşê de bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku li Misrê li Nîvgira Sînayê, li mizgeftekê êrîşekî bi bombeyî hatiye kirin.

Diyar bû ku di êrîşê de herî kêm 235 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Tenduristiyê yê Misrê ragihand ku di êrîşê de herî kêm bi dehan kes jî birîndar bûne.

Şahidên bûyerê jî  diyakirin ku êrîşkaran bombeya  berê danîbûn teqandin û di nava 4 wesayîtan de jî gule li kesên di  mizgeftê de hate reşandin.

Ji ber êrîşê li welat 3 roj şîn hate îlankirin.

Li Misrê beriya rojekê 29 kesên ku bi sûçê ji bo îsitxbareta Tirk kar dikin û li welat derbeyê pêkbînin hatibûn binçavkirin.