Li Mêrdînê 5 endamên îstîxbarata leşkerî hatin kuştin

Hêzên gerîla li herêma Bagokê ya Mêrdînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin. Di encamê de 5 endamên îstîxbarata leşkerî hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya gerîla ya li herêma Bagokê ya Mêrdînê ev daxuyanî da:

"Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me li qada Navsera Bagokê ya herêma Bagokê ya Mêrdînê li dijî artêşa TC a dagirker û qereqoleke nû çêdikir, roja 3'ê Nîsanê saet di 13:00 de çalakiyek kirin.

Hêzên me ji cihekî nê li kozik û wesayitên dijmin xistin û ji du baskan ve li wan reşandin. Hêzên me heta çûn ser wesayitên dijmin û dest danîn ser hin belge û dokûmanên di hundirê wesayitan de.

Di encama vê çalakiyê de 5 endamên îstîxbarata leşkerî hatin kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker bi çekên giran li derdorê reşand û leşkerên xwe yên mirî û birîndar êvarê bi wesayitên zirxî ji herêmê bir. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya."