Li Kerkûkê çi bû, rewşa dawî çiye?

Hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê ji duh ve êrîşî bajarê Kerkûkê dike. Hêzên pêşmerge bi temamî ji Kerkûk derketine, hêzên gerîla li nav bajêr mane. Heşdî Şebî ji sedî 70’ê bajêr dagir kiriye.

Li Kerkûkê di navbera hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraq û hêzên Pêşmerge ji saet 02:30’an ve li Taze şer diqewime. Piştî şerekî dem kurt û şûnde bi vekişîna hêzên pêşmerge re bajarok kete destê Heşdî Şebî.

Şer di saet 10:-00-11:00’an li Daqûqê Destpê kir û şer derbasî Daqûqî, Xûrmatû, Taze, Tel Werdê.

Hêzên Heşdî Şebî, ji saet 11:00’an ve ber bi Keywanê ve ketin rê û vir jî xistin destê xwe. Hêzên Pêşmerge vir jî berdan û ber bi navenda bajêr ve çûn.

Hêzên Gerîla ji aliyê Arafayê ve, bi hêzên pêşmerge û welatiyên dildar ve xeteke parastinê danîn. Hêzên Heşdî Şebî yên ku ber bi navenda bajêr ve hatin ber bi Keywan, Arafa û Peylakê ve ketin tevgerê. Mixabin li vir jî Pêşmergeyên PDK’ê û Hêzên Asayîşê cihê xwe berdan û çûn. Di vê navberê de li Pira Arafa di navbera hêzên gerîlayên HPG’ê û welatiyên dildar û Heşdî Şebî de şerê dijwar rû dan. Hêzên Heşdî Şebî , bi tankan dest bi êrîşan kirin.

Di rewşa niha de ji sedî 70’ê bajarê ketiye destê Heşdî Şebî de, li ser avaiyên fermî alên Heşdî Şebî hatiye hilawistin.

Niha bajarê ji aliyê hêzên Gerîla û welatiyên dildar ve tê parastin û şer dewam dike. Bi hezaran kesên ber bi xeta parastinê yên Gerîlayên HPG’ê YJA Star dane avakirin ve diçe, destnîşan dikin ku wê bajrê bi ti awayî bernedin.

BI HEZARAN KES KOÇBER DIBIN

Li Kerkûkê beşek zêde ya gel bajêr dihêlin û ber bi Hewlêr û Silmaniyê ve diçin. Bi hezaran gel ketine ser rêya koçberiyê. Di rewşa heyî de Hikûmeta Herêma Kurdistan û PDK û YNK partiyên siyasî tê berpirsyar dîtin.

BEXDA JI BO KERKÛKÊ WALIYEK NÛ DIYAR KIR

Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniya di saetên nîvroyê de dayî, li şûna Waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm alîkarê wî Rakan Elî el Cûbûriye wezîfedar kir. Her wiha ji bo Duxurmatû û navçeyên din qeymeqam hatin wezîfedarkirin.