Li Iraqê ji bo hikûmeta nû 4 partiyan li hev kirin

Li Iraqê 4 partiyan daxuyaniyeke hevpar dan û diyarkirin ku ji bo avakirina hikûmetê wan li hev kirine. Partiyan bal kişandin ser vî tiştî ku ji bo koalîsyoneke berfireh wan gav avêtine.

Li Iraqê piştî hilbijartina di 12’ê Gulanê de, niha jî hikumeta ku divê were avakirin tê rojevê. Beriya eşkerekirina encamên hilbijartinê Sarîûn a bi ser Mukteda Es Sadr, lîsteya Nasir a Haydar Ebadî, lîsteya pêşengê Şîî Amr Hekîm Hîkme û lîsteya Vataniye ya Iyad Alavî piştî hevdîtinan ji bo koalîsyonê li hev kiribûn.

Piştî eşkerekirina encamên teqez ên hilbijartinê, li ser navê Iyad Alavî Kazim Şammarî, Mukteda Es Sadr, Serokwezîr Haydar Ebadî, pêşengî Şîî Ammar El Hekîm û pêşengî Sunnî Salih Mûtlak li Bexdayê, li otêla Babylonê li hev civiyan.

DAXUYANIYA KOMÊN KU KETINE MECLÎSÊ

Komên Saîrûn, Nasir, Hîkmet û Vataniye yên ku ketibûn meclîsê daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku ji bo berjewendiya welat wan biryara vê koalîsyonê dane.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev koalîsyon ji partiyên siyasî yên din re jî vekiriye.

Tê diyarkirin ku piştî cejnê ev koalîsyon ji bo ku karibe Kurdan jî tevlî nav xebatên avakirina hikûmetê bike ew ê biçe serdana Hewlêrê.