Li Hîndîstanê pirsgirêka jinê û çareseriya wê hate nîqaşkirin

Li bajarê Bangalore yê Hîndîstanê komxebateke navneteweyî hate lidarxistin û perspektîfên rizgariya jinê hatin nîqaşkirin. Komxebata ku sê rojan dewam kir, diyarî Sakîne Cansiz hate kirin.

Li bajarê Bangalore yê li başûrê Hîndîstanê, nêzî 200 jinên ji 16 welatan li hev civiyan û di mijara rizgariya jinê de 3 rojan tecrûbeyên xwe yên têkoşînê û perspektîfên îdeolojîk parve kirin. Komxebat di çarçoveya biryara 2. Konferansa Jinên Cîhanê de pêk hat ku sala 2016'an li Nepalê li dar ketibû. Komxebat diyarî yek ji şehîdên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd Sakîne Cansiz û Gaûrî Lankesh ku par li Hîndîstanê ji aliyê faşîstan ve hate kuştin, hate kirin.

'DIVÊ EM BI RENGEKÎ HÎN CUDATIR TÊBIKOŞIN'

Komxebat ji aliyê pêkhateyên Konferansa Cîhanê ya Jinan a Jêr ve hate organîzekirin û di her roja konferansê de bi rengê komî nîqaş hatin kirin. Pêşkêşiya roja destpêkê ya komxebatê ji aliyê Sekretera Giştî ya Rêxistina Jinên Şoreşger a Hîndîstanê (AIRWO) Sharmîtstha Choûdhûry ve hate kirin. Choûdhûry diyar kir, êrîşên li dijî jinan ên vê serdemê gihîştine asta epîdemî, lê ji her demê bêhtir jin têdikoşin. Choûdhûry anî ziman, divê tundiya li jinê ji şert û mercên giştî cuda neyê nirxandin û got, tundiya mêr li Hîndîstanê salên dawî gihîştiye asteke metirsîdar. Sekretera Giştî ya AIRWO'yê got, "Bingeha tundiyê çi ye? Divê em li ser vê hûr bikolin. Jinên Hîndîstanê li dijî tundiyê xwepêşandanên protestoyî yên mezin li dar dixin, lê ev protesto rê li ber guhertinê venakin. Xuya ye pêwîstiya me bi têkoşîneke cudatir heye."

Choûdhûry ragihand, azadiya jinê bi cihê wê yê li nava hilberîna civakî ve girêdayî ye û got, divê tevgera jinê bi tevgerên çep, demokratîk û şoreşger re pêwendîdar bin. Choûdhûry bi dewamî diyar kir, divê jin femînîzmê bixin nava hemû rêxistinên çep û anî ziman, rizgariya jinê û çînî pêvajoyên diyalektîk in û rêxistinên jinan ên serbixwe-xweser gelekî girîng in.

'AFIRÎNER ABDULLAH OCALAN E'

Di roja duyemîn a komxebatê de qala tecrûbeyên têkoşînê û tespîtên îdeolojîk ên Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê hate kirin. Nûnera REPAK'ê Meral Çîçek û ji Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Dilar Dîrîk li ser vê mijarê pêşkêşî kirin. Nûneran qala cihê Sakîne Cansiz ê li nava têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd kirin. Çîçek û Dîrîk diyar kirin, Tevgera Azadiyê ya Kurd pirsgirêka zayend weke pirsgirêka duyemîn nabîne, weke pirsgirêka sereke dibîne gotin, afirînerê karê azadiya jinên Kurdistanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Nûnerên Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê bi mînakan bal kişandin ser girîngiya têkoşîna çînî û zayendÎ ya radîkal a di nava tevgerên şoreşger û ragihandin, ji bo têkoşîneke xurt a rizgariya jinê, divê mêrtî weke sîstemekê bê analîzkirin. Di pêşkêşiyê de hate gotin, "Ji holêrakirina mêrtî weke sîstemekê divê yek ji pîvanên bingehîn ên sosyalîzmê be" qala tecrûbeyên li ser projeya veguhertina mêr hate kirin. Hate ragihandin ku jinên Kurd bi afirandina rêxistinbûnên xweser, destketî bi dest ve anîne û hate gotin, rizgariya jinê nabe ku ji piştî şoreşê re bê hiştin. Qisekeran gotin, "Her lêgerîna azadiyê neçar e ku azadiya jinê di navenda xwe de bi cih bike. Ji ber ku pirsgirêka jinê ne pirsgirêkeke di asta duyemîn de ye, ne jî nakokiyeke duyemîn e. Dayika hemû pirsgirêkan e."

'RÊXISTINBÛNA XWESER ŞERT E'

Çîçek û Dîrîk li ser mekanîzmayên pratîkî yên Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê mînak dan ku ji bo tespîtên îdeolojîk-teorîk bi cih bîne, afirandin. Di pêşkêşiyê de hate ragihandin, ji bo jin di nava tevgerên şoreşgerî de bi rola pêşengiyê ya dîrokî rabin, rêxistinbûna wan a xweser şert e û hate gotin, "Pêkane ku dawî li baviksalariyê bê anîn. Ji xwe di dîroka mirovahiyê de serdema herî kin e. Eger em li her cihî şoreşa 2. a jinê pêk bînin, dikarin baviksalariyê ji holê rakin. Heta ku şoreşeke bi vî rengî ya radîkal nebe, nepêkane ku şêweyên talanê yên li her qada jiyanê ji holê bên rakirin. Bi jina kolekirî şoreş pêk nayê. Lewma ya ku asta wekhevî û azadiya civakê diyar dike, asta azadî û wekheviya jinê ye."

'ASTENGIYA BINGEHÎN, ŞÊWEYÊ BÛRJÛVAYA BIÇÛK E'

Di roja sêyemîn û dawî ya komxebatê de Koordînatora Giştî ya ÎCOR'ê ya ji Elmanyayê Monîka Gaertner-Engels û Koordînatora Ewropayê DKK'ê Halînka Aûgûstîn pêşkêşî kirin. Monîka Gaertner-Engels, ji ber ku rûniştina doza wê ya ji ber hildana ala YPG'ê di xwepêşandanekê lê hatibû vekirin, nekarî tevlî komxebatê bibe. Lewma pêşkêşiya wê ji aliyê Halînka Aûgûstîn ve hate xwendin. Di pêşkêşiyê de hate ragihandin ku jinan serketinên xwe yên herî mezin di nava yekîtiya şoreşgerî de bi dest xistine. Di pêşkêşiyê de teoriya cothilberînê ya ku Marks û Engels ji bo jinan derxist holê hate nirxandin û hate gotin, rizgariya jin û mêr ancax di nava civaka sosyalîst de pêk were. Hate ragihandin ku astengiya bingehîn, şêweyê ramanê bûrjûva biçûk e û femînîzma bûrjûva jî para xwe ji vê girtiye.

'EM DIKARIN JI TEVGERA KURD GELEK TIŞTAN HÎN BIBIN'

Jinên bi taybetî ji parzemînên Afrîka û Asyayê tevlî komxebatê bûn, diyar kirin ku ew dikarin ji Tevger Azadiyê ya Jinên Kurdistanê gelek tiştan hîn bibin û hin pirs kirin. Jinên ji Elmanyayê tevlî bûn, bal kişandin ser girîngî û wateya têkoşîna jinên Kurd û gotin, dijminê bingehîn baviksalarî nîne, lê emperyalîzm e.

'PÊWÎSTÎ BI NÎQAŞÊN KÛRTIR Û BERFIREHTIR HEYE'

Nûnera REPAK'ê Meral Çîçek anî ziman ku pêkhateyên Konferansa Jinên Cîhanê divê zemînên nîqaşa teorîk-îdeolojîk xurtir bikin û hîn bêhtir li ser pênase û teoriyê kûr bibin. Çîçek diyar kir, pênaseyên pirsgirêka zayend, têkoşîna çînî, şoreş û şoreşgerî bi rengekî cuda tên fêhmkirin û got, "Divê em karibin bi rengekî vekirî nîqaş bikin. Di heman demê de pêwîstiya me bi afirandina çand û zimanekî nîqaşê heye ku xwe ji zimanê mêr rizgar kiriye."

Komxebata sê rojan doh êvarê bi stranên jinên şoreşger û govenda li ber stranên berxwedana Rojava qediya. Tê payin ku encamnameya komxebatê rojên bê eşkere bibe.