Li Hannoverê êrîşa li dijî Şengalê hate protestokirin

Li bajarê Elmanya Hannoverê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Şengalê bi çalakiyekê hate protesto kirin.

Roja 15’ê Çileya 2020’an dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov ên bi çek êrîşî gundê Digur yê bajarokê Sinûnê yê Şengalê kiribû. Di êrîşê de Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Zerdeşt Şengalî û şervanên YBŞ’ê Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî şehîd bûbûn û şervanek jî birîndar bûbû.

Li Hannoverê Kurdistanî li ser banga TJK-E, KCDK-E û NAV-YEK’ê bi çalakiyekê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Şengal û Êzidiyan protesto kirin.

Ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk  Kurdistanî û dostên wan îro li ber îstasyona trênê ya navendî li hev civiyan. Beriya çalakiyê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre Kurdistaniyan nerazîbûna xwe nîşan dan û meşiyan. Li qada Steintor belavokên ji aliyê NAV-YEK’ê ve hatibûn amadekrin hatin belavkirin.

Di çalakiyê de Hevseroka NAV-YEK’ê Çîçek Yildiz axivî û wiha got; “Sonda me ya bilindkirina têkoşînê ewê berdewam be, piştî rizgarkirina axa Şengalê û têkçûna DAÎŞ’ê dewleta Tirk, faşîst dîkator, xwînmêjê zarok û ciwanan Erdogan êrîşê xwe li ser civaka me berdewam dike. Piştî şahadeta Mam Zekî çar carin êrîş biriye li ser şİngalê. Li pêş dewletên avnetewî, netewên yekbuyî û endamê NATO li ber çavê cîhanê de êrîşa dibe ser Şengalê, em veya bi tundî şermezar dikin.”

Aktîvîsta TJK-E Dewrim Alp ji wisa berdewam kir û got, “Bi salane Şengalê bombebaran dikin, 3’ê Tebaxa 2014’an de xwestin Êzidiya bi fermanek nû ji şengalê derxin, bi sed hezaran Êzidî koçber bûn, bi salan xêra avakirina xwerêvebirin û xweparastin jiyana xwe berdewam kirin û ên koçber bûn disa karîbûn vegerin Şengalê. Lê dewleta Tirk dît ku bi erîşên DAÎŞ’ê ne gihişt armanca xwe, li cihê ku DAÎŞ rawestiya vê carê dewleta Tirk dixwaze wê bidomîne. Êdî bila herkes zanibe, dewleta Tirk peymana nasnake, mafê mirovan nasnake, demokrasîyê nasnake, wekheviyê nasnake, jiyanek hevbeş nasnake, veya tê mahna hîşmendiyê DAÎŞ’ê. Êdi divê dewletên koalisyonê ya himberî daeşê şer kirin, divê erdoganê xwînmij ji holê rakin. Ji zarokek bi çûk pirs bikin ki DAÎŞ e? Ewê bersiva we Erdogan bide.”

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Hoch die internationale Solidarität“ bi dawî bû.