NY: Armanca Talîbanê ew e ku jin xuya nebin

Raportorê taybet ê mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî yê li Efxanistanê Richard Bennett diyar kir ku Talîban bi sînordarkirinên dil dike ku jin xuya nebin.

Talîban ji dema ku di Tebaxa 2021’an de hat ser desthilatdariyê û heta niha polîtîkayên dijminatiyê li ser jinan dişmeşîne.Yên ji pirê tevdîrên Talîban li ser civaka sivîl ferz dike herî pir bi bandor dibin jin in. Jin bi awayekî berfireh ji karên giştî hatin dûrxistin, mafên wan ên rêwîtiyê hatin sînordarkirin, çûna dibistana navîn û amadeyî ya zarokên keç hatiye qedexekirin.

Serê meha Gulanê serokê dînî yê Talîbaniyan ferman da ku serçav jî di nav de, jin di nav karên cemaweriyê de xwe binixumînin.

Richard Bennett, di encama mayîna bi 11 rojan li Efxanistanê, di civîna çapemeniyê ya li Kabîlê hat lidarxistin de da zanîn ku Talîban bi tevdîrên ku digire modeleke zayendperest a bi giştî pênase dike û armanc dike ku jin di nav civakê de xuya nekin.

Gava civîna çapemeniyê hat lidarxistin nêzîkê 45 jin û zarokên xwe yên keç ji bo biçin dibistanê çalakiyek li dar xistin.