Li Girê Partîzanê hestên gerîlayekê

Bêrîtan Zagros a li Heftanînê: Her hevalek dibe gerdûnek û li dora rojê dizivire, wê hembêz dike, her pêş de diçin, dibin birûsk û di mejiyê dijmin de diteqin

Gerîla ji bo gelê Kurd û Kurdistanê bû bîr û bawerî, gerîla ji mirovahiyê re dibê hêvî. Bi xwîna xwe rûmet û serxwebûnê ava dike. Ji bo dagirkerî, qirkirin û bindestî biqede, canê xwe feda dike. Di çeperan de bi qehremaniyeke mezinli ber xwe dide û bi vî awayî mohra xwe li dîrokê dixe. Yek ji van gerîlayan jî gerîla Bêrîtan e ya ku bi rojan e li Heftanînê di çeperan de li ber xwe dide. Gerîla Bêrîtan hestên xwe yên cengê di rojnivîska xwe de bi vî rengî der dike.

“DI HER GAVEKÊ DE KELECANA MIN ZÊDETIR DIBE”

Her gava ku diavêjim û gavêk din nêzîktirî Girê Ş.Hemze dibim, kelecana min zêdetir dibe. Ji ber ku min gelek ew gir meraq dikir. Min xwest ku ez nêz bibim û xweşikbûna Heftanînê hîn bêhtir bibînim. Di bin dilopên baranê û dengên brûskan de behna xaka pîroz me rêwîtiya xwe domand.

Cengawerên Cenga Heftenînê bi dilekî germ, di Cenga Heftanînê de şer dikin û ber bi armanc û hedefa xwe ve dimeşin. Ji bo tola cangoriyên Heftanînê rakin. Xwîna dijmin wekî ava Xabûr û Hêzîlê biherîkînin û neyaran te de bifetîsinin. Ji lehengiya wan keçên wek Amara, Bêrîtan û xortên wekî Memyan û Mazlum derdikevin, ji me re dibin rêya serkeftinê û dibin ronahiya jiyana bi rûmet. Di çavên wan de hêvî, li ser zimanê wan tolgirtin, ji bedena wan fedayîtî diherike. Di nava stêrkên cîhanê de evîndarê welat û doza xwe ne. Her hevalek dibe gerdûnek û li dora rojê dizivire, wê hembêz dike, her pêş de diçin, dibin birûsk û di mejiyê dijmin de diteqin. Ji ber ku evîndarên Serok Apo tu zor û zehmetiyê nas nakin heta nefesa xwe ya dawîn dibêjin an azadî an azadî. Weki din wê jiyan ji me rê nîn be.

RÊWÎTIYA MIN A HEQÎQETÊ

Bi hêrsa tolhildanê, derxistina dijmin ji xaka pîroz her gavek pêş de çûyin dibe hêvî ji rêheval û têkoşerên di nave têkoşînê de.

Di meşa me ya ber bi azadiyê ve dil bi kelecan lêdide. Rêhevalên delal û canfeda bi hemû hewldanên xwe têdikoşin û bi vî şerê mafdar dibin kelem di qirika neyaren de. Bi felsefeya Rêberê Rêberan jiyana bê edalet ronî dikin, jiyanê bi hezkirina xwe bi wate dikin. Her kêliyên hewildana qirêjahiyê xaka pîroz di bexçeyê Rêbertî de vediguherînin berheman.

Ji ber ku ew in tîrêjên rojê, kevokên azadiyê, şopdarên heqîqet û şopdarên Serok Apo. Bi vê bîr û bawerîyê şer dikin. Bi vê îdeolojiyê di bin lehengên Kurdistanê. 25.06.2020 Girê Partîzan, Heftanîn”