Li girê Kevortê herî kêm 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hêzên gerîla li leşkerên Tirk ên li ser girê Kevortê yê herêma Lêlikanê bi cih bûbûn xistin. Di çalakiyê de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Hêzên gerîla li herêma Lêlikan a Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên Tirk çalakî kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, çalakî duh êvarê saet 17:40'î li girê Kevortê pêk hat. Gerîla ji cihekî nêz derbên giran li leşkerên di holikê de bûn xistin. Tê gotin, herî kêm 8 leşkerên Tirk hatine kuştin.

HPG'ê heta niha daxuyaniyeke fermî li ser bûyerê nedaye.