Li Ewropayê dîmenên şermê!

Polîsê Hirvatistanê, komeke penaber a xwe spasrtî Hirvatistanê, ligel sar û sermayê  bi zorê ji welatê xwe derdixin û dibin Bosna-Hersekê. Dîmenê vê şerma mirovahiyê di tevna civakî de hate parvekirin.

Li gorî zagonên Yekîtiya Ewropayê penaberên ku ji sinorê Bosna Hersekê derbasî Hirvatistanê bûyî, divê li ser xaka Yekîtiya Ewropayê bimînin. Lê belê Hirvatistanê ku endamê YE’yê ye bi rêyên ne qanûnî û binpêkirina qanûnan, penaberên ku xwe spartî welatê wan, şandine Bosna Hersek ku ne endamê YE’yê ye.

Saziya Çavdêrî ya Navneteweyî Border Violence Monitoring (BVM) dîmen weşandin ku Hirvatistanê penaber bi polîsên çekdar û riya daristanê re birine sînorê Bosna Hersekê.

Tê ragihandin ku di 132 dîmenên hatî weşandin de 50 komên panaber hene. Hate ragihandin dîmena ku hatî weşandin û polîsên Hirvatistanê li hemberî penaberan tundiyê bikar tîne li herêma Uzljebic a Hirvatistanê û Lohovo ya Bosna-Hersekê de hatiye kişandin.

Piştî dîmen li ser tevna civakî hatin weşandin, ji raya giştî bertekgirt û çav li rê ye ku rayedarên Hirvatistanê daxuyaniyekê bide.