Li eniya Baxozê agirê Newrozê hate pêxistin

Şervanên di Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca paqijkirina çeteyên DAÎŞ’ê ji Rojava û Bakurê Sûriyeyê de cih digrin agirê Newrozê dadan û govend gerandin.

Cejna vejinê Newroz serî de li Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn tê pîroz kirin. Şervanên di qonaxa Şerê Tinekirina Terorê ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca paqijkirina çeteyên DAÎŞ’ê ji Rojava û Bakurê Sûriyeyê cih digrin jî Cejna Newrozê pîroz kiin.

Şervanên Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî û enternasyonalîst li gelek navendên bajarok û girê Baxozê agirê Newrozê dadan û govend gerandin.