Li Elmanyayê ciwanê Kurd bû mexdûrê yasaya polîsan

Yasaya Peywirê ya Polîsan a ku li eyaleta Bavyerê ya Elmanyayê hatibû qebûlkirin, ji bo ku mafê welatîbûnê zêde sînordar kiribû rê li ber nîqaş û protestoyan vekiribû. Di encama yasayê de ciwanekî Kurd bû mexdûrê tundiya giran a polîsan.

Hakan Bîngol (25) li bajarê Dortmund ê Elmanayyê dijî. Bîngol zarokê malbateke Kurd e. 14’ê Tîrmehê, Şemiyê birayê wî bi telefonê lê digere. Birayê wî dibêje wî û komekê nîqaş kiriye, piştî ku nîqaş qediyaye gelek polîs bi qadê ve tên. Hakan Bîngol li ser vê diçe cihê bûyerê û dibîne ku polîs bi ser birayê wî diçin. Dibêje, 'Birayê min rehet bihêlin' lê êrîşê dibin ser wî jî. Polîsa heta ku ser û çavê wî şîn û reş bikin tundiyê lê dikin û dijûnan lê dikin.

Bîngol dibêje wê kêliyê kesekî ku ji malê derketî jî polîsan êrîş bire ser û ew destgîr kirin. Bîngol ji nexweşxaneyê rapora ku nikare kar bike stand.

LÊPIRSÎNÊ DEST PÊ KIR

Piştî ku bûyer kete ser çapemeniyê tîmeke polîsan a Dortmundê ji Bîngol dixwazin ku gilî neke lê Bîngol vê qebûl nake.

Tê gotin lêpirsîna derbarê bûyerê ji bo ku baştir were kirin ji Midûriyeta Emniyetê ya Dortmundê dewrî polîsên Recklînghausen kirine.