Li Efrînê teqîneke mezin pêk hat

Di saetên şevê de li navçeya Şera ya Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de teqîneke mezin pêk hat.

Li gorî agahiyên hatin girtin, saet derdorî 19:20’î de li nêzî fermandariyeke artêşa Tirk a dagirker teqîneke mezin pêk hatiye.

Têkildarî teqînê heta niha agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

16’ê Kanûnê li Qada Kawa ya Efrînê li dijî çeteyan teqînek hatibû pêkanîn.

Odeya Çalakiya Xezeba Zeytûnê,ragihandibû ku li dijî baregeheke ya leşkerî ya li navenda Efrînê çalakiyek kirbû. Ji koma çeteyên Cebhet El Şamiye 25 çete hatibûn kuştin.