Li Edeneyê qetilkirina Jîna Emînî hate şermezarkirin

Jinan li Edeneyê bi daxuyaniyekê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir.

Platforma Jinan a Edeneyê li Parka Heykellî bi daxuyaniyekê qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de ewilî jina Îranî ya bi navê Masha Nasimdoust axivî. Nasimdoust weke bertek porê xwe birî û got: “Jîna Emînî ya 22 salî ji ber porê xwe û çarikê ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve hate qetilkirin. Jîna ne miriye, Jîna bi awayek hovane hate qetilkirin. Ji ber êş, zext, tundî û êşkenceya sixurên dewleta Îranê ez îro li virim. Bila Komara Îslamî ya Îranê baş bizane ku em ji wan nefret dikin. Em çarika neçarî, Îslam û biheşta neçarî naxwazin. Hûn qatîl in, we gelek xwişkên me yên bi navê Navîd Afkarî, Neda Aga Sultanî û Jîna Emînî bi destê xwe yên qirêj qetil kirin. We Jîna qetil kir, hûnê çi bi Jîna din bikin? Baş bizanin ku em li seranserî cîhanê jin hemû yekin û em ji we natirsin. Wê ev agir her cihê bişewitîne.“

Piştî axaftina Masha Nasimdoust, li ser navê Platforma Jinan a Edeneyê Parêzer Sevîl Araci Bek axivî û diyar kir ku her çiqas welat, nav û kujer bên guhertin jî, bi fermana tundiya mêr-dewletê her tim şîdeta fîzîkî, zayendî, aborî û derûnî li jinan tê kirin û gelek caran bi awayekî hovane tên qetilkirin.

Bek anî ziman ku jin ji bo azadiya jiyana xwe ji dest didin û got: “Li Îranê bi hinceta ku Jîna Emînî ya 22 salî guh nedaye zagonên çarikê, ji aliyê polîsên exlaq ve ‘ji bo perwerdekirinê’ hate êşkencekirin û piştî 13’ê Îlonê hate destgîrkirin kete komayê û li nexweşxaneya ku lê dima jiyana xwe ji dest da. Ji sala 1979’an û şûn ve li Îranê jin li hemberî hêzên rejîma oldar-faşîst bêdeng namînin. Rejîma ku kiriye armanc ku bi zagonên şerîetê bêhnê li jinan bidin çikandin. Piştî qetilkirina Jîna, hewl didin ku li dijî jinên diherikin kolanan zextê pêk bînin û wan destgîr dikin, li wan dixin û dikujin. Li Îranê ji paş de gav naavêjin û li hemberî rejîma oldar-faşîst têkoşîna xwe geş dikin. Em li dijî polîtîkayên pergala desthilatdariya mêr têkoşîna xwe geş dikin. Di serî de li rejîmên oldar-faşîst ên weke Îranê û li cîhanê, destê xwe li ser bedena jinê, cil û bergên wê û azadiya wê bikêşin.”

Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari jî bang li kesên ku nirxên Îslamî ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar tînin, herêm veguherandine gola xwînê û jiyanê li jinan teng kirine û got: “Ev cînayetên ku li ser navê Xwedê kirine tu carî li nirxê Îslama rast nayên.“ Hatîmogûllarî destnîşan kir ku ew weke jinên Tirkiyeyî bi jinên Îranî re di nava piştevaniyê de ne.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî piştevaniya jin” bi dawî bû.