Li Colemêrgê çalakiya gerîla, li Dersimê şerê giran

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla li Çelê du çeperên leşkerî rûxandine. Navendê ragihand ku li Dersimê jî şerekî giran qewimiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li dijî yekîneyeke dagirker a li ser girê Xeregolê yê li Çelê çalakiyek hatiye kirin. Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin ku du çeperên li ser gir hatine rûxandin.

DU ÇEPERÊN LI ÇELÊ HATIN RÛXANDIN

Li ser çalakiya li Çelê ev agahî hatin dayin: "Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 15'ê Tebaxê saet 15'an li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û konên dijmin ên li ser gir hatin xistin. Di çalakiyê de 2 çeperên dijmin hatin rûxandin. Hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin."

LI DERSIMÊ BOMBERDÛMAN Û ŞERÊ GIRAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku artêşa Tirk roja 14'ê Tebaxê li herêma Xaçalî ya navenda Dersimê bi desteka teknîkê dest bi operasyonê kir û ji ber operasyonê şerekî giran qewimî.

Li ser operasyon û şerê li Dersimê ev agahî hate dayin: "Sibeha 14'ê Tebaxê, artêşa TC a dagirker bi desteka teknîkê li herêma Xaçalî ya navenda Dersimê dest bi operasyonê kir. Artêşa TC a dagirker bi balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barand. Piştî bomberdûmanê hêzên dagirker saet 14:30'î bi helîkopterên Skorsky xwe li herêmê danîn. Û di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî dijwar rû da. Şer heta roja 15'ê Tebaxê dewam kir û gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker heman rojê bi desteka helîkopterên bi tîpa Kobra xwe ji herêmê vekişand. Agahiyên li ser operasyonê her ku bi dest bikevin wê bi raya giştî re werin parvekirin."

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI HERÊMA GARÊ BARANDIN: AGIR BI HERÊMÊ KET

Navendê diyar kir ku balafirên şer ên Tirk bombe li herêma Garê barandin û ev agahî da: "Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 13'ê Tebaxê bombe li quntarê Kanî Babilê û Heft Tebaxê yên herêma Garê, 14'ê Tebaxê jî li quntarê Tepê Kûn ê herêma Garê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Şewata ku ji ber bomberdûmanê li herêmê derket hîn venemiriye."