Li Colemêrg, Sêrt û Wanê çalakiyên gerîla

HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG’ê li Colemêrg, Sêrt, Wan û Îskenderûnê çalakî lidar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla li ser malpera xwe ya fermî ev agahî parve kir:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li navçeyên Çelê û Şemzînan ên Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakiyên xurt lidar xistin.

18’ê Tebaxê saet 16:30’an, hêzên YJA Star li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Şehîd Ronahî yê girêdayî Şemzînanê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya bi awayekî xurt çeperên dijmin hatin hedefkirin de, têkildarî hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi çekên giran li qadê gule reşandin.

18’ê Tebaxê saet 14:10’an, hêzên me li dijî yekîneya kontrayan a navbera Qereqolên Bêzelê û Bedewê ya girêdayî Şemzînanê çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin kontrayek hate kuştin, 1 jî birîndar bû.

Hêzên me 18’ê Tebaxê saet 10:30’an, li dijî Qereqola Şikêr a girêdayî Çelê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya ji 3 baskan ve pêk hat de, 3 çeper hatin rûxandin û bi qasî hate zelalkirin 6 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk qada Latê Kewa bi obus û hewanan bombe kir.

18’ê Tebaxê saet 07:30’an hêzên me, li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li zozanên Zawîte û Girê Çeperê Şêxa ya girêdayî Çelê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya çeperên dijmin bi awayeke xurt hate hedefkirin de, têkildarî hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

LI WAN Û SÊRTÊ ÇALAKIYÊN GERÎLA

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûda de, li Wan û Sêrtê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistin.

16’ê Tebaxê saet 22:00’an, endamekî MÎT’ê yê bi navê Fatîh Akatan ê li navçeya Îpekyolû ya Wanê ji aliyê hêzên me ve hate cezakirin. Hêzên me dest danîn ser tebanceyek aîdî vî kesî.

18’ê Tebaxê hêzên me yên YJA Star saet 16:10’an, li dijî leşkerên artêşa Tirêk ên li devera Girê Kuling ê girêdayî Herêma Herekol a Sêrtê bi cih bibûn kirin hedef. Di vê çalakiya bi awayek xurt dijmin hate hedefkirin de bi qasî hate zelalkirin 4 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê û şûnde qad bi obus û hewanan bombe kirin.

LI ÎSKENDERÛNÊ LI YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ HATE XISTIN

17’ê Tebaxê hêzên me li devera Karayilan a girêdayî navçeya Îskenderûn a Hatayê yekîneyeke  veşartî ya artêşa Tirk a mêtînger xistin kontrolê. Ev yekîneya ku demeke dirêj havalên me xistin bin kontrolê, dîsa heman rojê saet 18:00’an ji nêz ve lêxistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuşitn û gelek leşker jî birîndar bûne.

2’yê Tebaxê artêşa Tirk li herma Merxo ya girêdayî navenda Dersimê dest bi operasyonekê kiribû. Arêtşa Tirk a ku bi helîkopterên Skorsky leşker danîne qadê û di vê demê de navbera hêzên me û dijmin de şer qewimiye. Di şer de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin, hevrêyên me Baran û Serhat ên ku bi qehremanî li dijî hêzên dijimin şer kirin gihiştin şehadetê.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd ketine wiha ne:

http://www.hezenparastin.com/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2017/baran_okan_small.jpg 

Nasnav : Baran Jiyan

Nav û Paşnav:Okan Ogûrlû

Cihê Jidayîkbûnê: Amed

Navê Dayikê - Bav: Reyhata - Suleyman

Cih û Dîroka Şehadetê:Dersim/ 2’yê Tebaxa 2017

 

http://www.hezenparastin.com/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2017/maskeli_foto.jpg

Nasnav : Serhat Sadik

Nav û Paşnav:Şiyar Yalçinkaya

Cihê Jidayîkbûnê: Mûş

Navê Dayikê - Bav: Guleser – Hasan

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 2’yê Tebaxa 2017