Li Colemêrg, Mêrdîn û Dersimê çalakiyên gerîla

HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li Colemêrg, Mêrdîn û Dersimê lidar xistin daxuyaniyek da.

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG’ê, li ser malpera xwe ya fermî têkildarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek nivîskî da.

Her wiha HPG’ê di daxuyaniya xwe de nasnameya 4 gerîlayên li dem û cihê cuda şehîd bibûn jî eşkere kir.

LI COLEMRÊGÊ ÇALAKIYÊN GERÎLA

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de di 20’ê Tebaxê di saet 19.00’an de li dijî leşkerên artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ya li Merganişê ya bi ser Çelê çalakiyek lidar xistine. Hêzên me ji 2 aliyan ve li dijmin dane û di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

Hêzên me di heman demê de li kozikên dijmin ên li Girê Şehîd Dîren a nêzî Girê Koordîneyê jî daye. Di vê çalakiyê de jî hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane.

GERÎLAYAN LI YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ XISTIN

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de hêzên me 18’ê Tebaxê di navbera gundên Xirbê Şabek û Xirbê Qiryan yê Kerboranê ya bi ser Mêrdînê yekîneyeke veşartî ya artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê xistine bin kontrola xwe û di saet 14.00’an de hêzên me li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de jî hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

Piştî çalakiyê artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê li qadê operasyonek daye destpêkirin. Operasyon di 19’ê Tebaxê de bêyî ku encamê werbigire, bi paş ve hatiye kişandin.

DI ÇALAKIYA LI DERSIMÊ DE 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 19’ê Tebaxê de hêzên me li Dersimê yekîneyeke artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ya li Girê Şahîn xistine bin kontrola xwe û di saet 20.00’an de hêzên me li vê yekîneyê dane. Bi qasî ku hatiye zelalkirin 4 leşkerên dijmin hatine kuştin û 2 leşkerên dijmin jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye.

NASNAMEYÊN GERÎLAYÊN KU ŞEHÎD BÛNE

Di daxuyaniya me ya 14’ê Tebaxê de me diyar kiribû ku di 11’ê Tebaxê de li Dersimê li nêzî gundê Ok hêzên me li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê çalakiyek lidar xistine û fermandarê yekîneyê jî tê de 3 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê li qadê operasyon daye destpêkirin û di navbera hêzên me û dijmin de şer çêbûne.

Di van şerên hejmara dijminên hatî kuştin û birîndarkirin nehatin zelalkirin de, hevrê Bager li dijî dijmin sîng bi sîng şer kiriye û bigiranî birîndar bûye. Hevrê Bager, ji bo bi saxî nekeve destê dijmin bombeya li ser xwe diteqîne û digihêje karwanê şehîdan.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd ketî wiha ye:

 

Nasnav: Bager Dersîm
Nav û Paşnav: Dîrenç Dûman
Cihê Jidayikbûnê: Îzmîr
Navê Dayikê - Bav: Zubeyde - Akin
Cih û Dîroka Şehadetê: Dersîm/11’ê Tebaxa 2017

7’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li herêma Daglibel a girêdayî navçeya Mêzgêr a Dersimê dest bi operasyonekê kiribû. 9’ê Tebaxê di navbera hêzên dijmin û yekîneyên me de şer qewimîbû. Di vî şerê hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin de, hevrêyê me Rênas bi qehremanî şer kir û şehîd ketiye.

Nasnameya hevrêyê yê me yê şehîd ketî wiya ye:

Nasnav: Renas Îdir
Nav û Paşnav: Mûzaffer Abûşka
Cihê Jidayikbûnê: Îdir
Navê Dayikê - Bav: Gulîzar - Zekî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dersîm/9’ê Tebaxa 2017

19’ê Tebaxê saet 06:30’an li nêzî gundê Şaklat a girêdayî navçeya Karaz a Amedê gerîlayên me û leşkerên artêşa Tirk a dagirker rastî hev tên, li vir şer rûdide. Di vî şerê bi qasî hate zelalkirin de leşkereke Tirk hate kuştin. Hevrêyê me Roger ê bi qehremanî li dijî dijmin şer kir, di vî şer de şehîd dikeve.

 Nasnameya hevrêyê me yê şehîd ketî wiha ye:

Nasnav: Roger Helkiz
Nav û Paşnav: Akîf Abay
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayikê - Bav: Rahîmî – Şafî
Cih û Dîroka Şehadetê: Amed/ 19’ê Tebaxa 2017

13’ê Hezîranê hêzên me yên gerîla ku Çiyayê Artos ê girêdayî navçeya Westan a Wanê rastî leşkerên artêşa Tirk hatin, li vir di navbera hêzên me û dijmin de şer derketiye. Di şerê rû dayî de hevrêyê me Delîl bi awayekî giran birîndar dîl tê girtin. Hêzên dijmin ên dagirker bê ku ti destûrên şer li ber çavan bigrin hevrêyê me Delîl qetil dike.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd ketî wiha ye:

Nasnav: Delîl Mervan
Nav û Paşnav: Unal Bîrgîl
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayikê - Bav: Hulya - Abdulbakî
Cih û Dîroka Şehadetê: Wan/13’ê Hazirana 2017