Li Colemêrg, Êlih û Çewligê çalakiyên gerîlayan

Gerîlayên HPG’ê li Colemêrg, Êlih û Çewligê çalakî li dar xistin. Gerîlayan li Colemêrgê yekîneyeke operasyonê 3 rojan xistine bin kontrola xwe û li yekîneyê dane. Li vê derê 7 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li Colemêrg, Batman û Çewligê ev tişt diyar kir:

“Di 19’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Geliyê Goranisê ya Colemêrgê bi beşdariya yekîneyên veşartî operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me 3 rojan yekîneyeke vê operasyonê xistine bin kontrola xwe û di 22’ê Tîrmehê di saet 20.00’an de li dijî wan çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ji nêz ve li wan dane û li vê derê 7 leşker hatine kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran bombe li ser qadê barandiye û mirî û birîndarên xwe dîsa bi helîkopteran ji qadê derxistiye. Operasyona dagirker li qada Geliyê Goranis û Berçelanê hê jî didome.

LI ÊLIHÊ RÊYA QEREQOLÊ XISTINE BIN KONTROLA XWE

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de hêzên me rêyeke ku diçe ser qereqola Timoqê ya Hezoyê ya bi ser Êlihê xistine bin kontrola xwe. Di 21’ê Tîrmehê de di saet 18.00’an de hêzên me li leşkerên dagirker dane, ên ku dihatin kontrola rê. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Hêzên me di 6’ê Tîrmehê di saet 13.40’an de li qada gundê Deştanê yê Korxolê ya Çewligê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker yên ku li girekî bûne, çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de serbazek û çawişekî pispor hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.

LI DEŞTA NIHOTKÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Di 11’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li Gêdûka Qirê ya Korxolê ya bi ser Çewligê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker di 12’ê Tîrmehê di destê sibehê de qad bomberdûman kirine û di saet 11.00’an de li Gêdûka Qirê bi cih bûne.

Di heman rojê de di saet 15.30’an de di navbera hêzên me û dijmin li ser rêya Deşta Nihotkê şerek dest pê kiriye. Di vî şerî de 3 hevrêyên me bi qehremanî li ber xwe dane û gihiştine şehadetê. Di dema şer de hêzên dagirker bi helîkopterên Kobra qada bomberdûman kirine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Di heman rojê di saet 19.00’an de hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Operasyon di 12’ê Tîrmehê de saet di 19.30’an de hatiye vekişandin.

ARTÊŞA TIRK BOMBEYÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎ

Di 15’ê Tîrmehê saet di 12.00’an de hêzên dagirker li derdora Gêduka Qirê û gundên Deştan û Hozevîtê operasyonek dane destpêkirin. Artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên kîmyewî qad bomberdûman kiriye, di navbera hêzên me û dijmin de şer çêbûye.

Di 16’ê Tîrmehê de yekîneyeke operasyonê di Gêdûka Qirê de bûne hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Di vê operasyon û bomberdûmanê de hevalê me Şiyar bi birîndarî dîl ketiye destê dijmin.

Operasyon di 16’ê Tîrmehê de ji qadê vekişiyaye.”