Li Bocholtê şeva piştgiriya bi Rojava re

Li bajarê Bocholt ê Elmanyayê ji bo piştgiriya bi Rojava re şahiyek pêk hat.

Meclîsa Gel a Kleve/Emmerîch, Nav-Yek, Mala Êzidiyan a Weselê li Bocholtê şahî pêk anî.

Qisekeran di çalakiyê de bal kişandin ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê.

Her wiha Koma Rizgar Serhat, Koma Hêviya Rojê (Koroya Zarokan) derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Di çalakiyê de tim û tim dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriya.