Li Bîelefeldê bi sedan kes li dijî qetlîama Şengalê meşiyan

Qetlîama Şengalê bi meşeke li Bîelefelda Elmanyayê hate protestokirin.

Li Bîelefeldê qetlîama li Şengalê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de hate protestokirin.

Bi banga Meclîsa Gel a Demokratîk a Bîelefeldê saet di 15.00’an de li pêşiya HBF’a Bîelefeldê mîtîng û meşek hate lidarxistin. Bi sedan kes heta Kasselbrînkê meşiyan.

Di vê çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Osman Ergîn, li ser navê Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî Kumrî Akrîş û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Rojdem axivîn.

Çalakî bi sloganên ‘Bijî berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.