Li bejahiya Geverê êrîşa bi balafir û helîkopteran

Balafir û helîkopterên şer ên artêşa Tirk bombe li qadên Şehîd Dîren û Satê yên Geverê barandin. Ji ber êrîşê tiştek bi hêzên gerîla nehat.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî da:

"15'ê Çileyê saet navbera 21:00-22:00 helîkopterên êrîşê yên artêşa TC a dagirker bombe li qadên Girê Şehîd Dîren û Satê yên navçeya Gever a Colemêrgê barandin.

16'ê Çileyê saet navbera 01:00-03:00 balafirên şer û helîkopterên êrîşê careke din bombe li qadên Girê Şehîd Dîren û Satê barandin.

Ji ber her du êrîşan zerar negihişt hêzên me."