Li Avaşîn û Serhedê derbên giran li artêşa Tirk hate xistin

Gerîlayên HPG’ê li herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xist. Di çalakiyan de 8 leşker hatin kuştin. Li Serhedê jî wesayîta zirxî ya Kobra ji aliyê gerîlayan ve hate îmhakirin û 6 leşker mirin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Parastina Gel (HPG) di 23 û 24’ê Gulanê de li herêma Avaşînê li dijî hêzên artêşa Tirk a dagirker din çalakî hatine lidarxistin. Di çalakiyan de 8 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Gerîlayan di 23’ê Gulanê saet di 17.30’an de li nêzî Tepê Xwedê yê herêma Avaşînê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Li vê derê leşkerekî Tirk hate kuştin.

Di 24’ê Gulanê de jî saet di 10.30’an de gerîlayan ji sê aliyan ve li yekîneyeke artêşa Tirk xistin ên ku ji Geliyê Granayê diçûn Tepê Xwedê. Di vê çalakiyê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin û tivingeke MPT-76 hate desteserkirin. Dema ku helîkopterek hate herêmê, gerîlayan li wê helîkopterê jî dan.

Hate ragihandin gerîlayên ku ev çalakî li dar xistine, bi silametî gihiştina baregehên xwe.

Hêzên YJA-Starê jî li rêya Qereqola Şilê ya Bazîa Agiriyê wesayîteke zirxî ya Kobra îmha kir. Di vê çalakiyê de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk di 24’ê Gulanê de qadên Avaşîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine û di van êrîşên hewayî de tiştek bi hêzên gerîlayan nehatiye.