Li Amedê polîs êrîş dikin, gel li ber xwe dide

Beriya daxuyaniya HDP'ê ya li Amedê, hemû rêyên berê xwe li avahiya şaredariyê ne ji aliyê polîsên Tirk ve hatin asêkirin. Polîsên Tirk êrîşî gel û parlamenteran dikin, gel jî li ber xwe dide.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), der barê desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê wê bi beşdariya Hevserokê Giştî Sezaî Temellî, parlamenter û hevşaredarên HDP'î hemûyan daxuyaniyekê ragihîne.

Beriya daxuyaniyê, avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û derdora wê ji aliyê polîsên Tirk ve hate dorpêçkirin. Polîsên Tirk bend danîn kolana Elazig û hemû rêyên berê wan li vê kolanê ne. Her wiha gelek polîs bi TOMA û wesayitên zirxî li herêmê hatin bicihkirin.

ÊRÎŞÎ GEL KIRIN

Li Yenîşehîrê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Temellî û parlamenterên HDP'î ber bi avahiya Şaredariya Bajarê Mezin ve meşiyan. Gel jî li dijî dorpêçî û êrîşan ji bo xwedîderketina li îradeya xwe li ber xwe dide.

Tê gotin ku gelek kes birîndar bûne û hatine destgîrkirin.

Tê payin ku Temellî, parlamenter û hevşaredar li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihînin.

ASTENGKIRINA GEL Û WEKÎLAN

Li bajêr rêyên ji Riha, Mêrdîn, Xarpêt û Farqînê bi tundî tên kontrolkirin û nahêlin ku wesayit derbas bibin. Ji bilî rêyên bingehîn ên li nava bajêr li rêyên din ên bajêr hemûyan leşker hatine bicihkirin. Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy ê ji Çewlikê hat Amedê, wesayita wî li herêma Degîrmen Dere ya navçeya Erxeniyê li qereqolê hate rawestandin û di kontrolê re hate derbaskirin. Ji saet 10'an ve nahêlin ku wesayita Ozsoy derbas bibe.