HPG: Li Agiriyê 45 tîmên taybet hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiya 20’ê Gulanê de li Agiriyê 45 tîmên taybet ên jendermeyan (JOH) hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiya gerîla ya li Agiriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG'ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

"Roja 20'ê Gulanê saet 07:30'î hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de li bajarokê Gurbûlak ê navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek berfireh lidar xistin. Hêzên me di encama îstixbarateke taybet de otobusa ku tîmên taybet ên JOH tê de bûn şopandin û lê dan. Bi derbên xurt, otobusa ku tîmên taybet tê debûn hate rûxandin. Di vê çalakiyê de qasî hate tespîtkirin 45 tîmên taybet ên JOH'ê hatin kuştin. 

Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker bi wesayîtên zirhî xwest dest li cihê çalakiyê werde. Hêzên me bi rengekî serketî li wesayîtên zirxî dan û wesayît neçar vekişin. Wekî din 2 helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Atak ku dixwestin mudaxeleyî cihê çalakiyê bikin bûn hedefa hêzên me. Hêzên me bi serketî li helîkoptereke atak xistin, helîkopter derb xwar û neçar ma vekişe. Artêşa TC a dagirker danê nîvro heta berêvarê saet 16'an herêm bi obus û hawanan topbaran kir û leşkerên mirî û birîndar bi helîkopterên skorsky û ambûlansan ji herêmê rakir. Enqaza otubusa hatî îmhakirin jî bi vîncê ji herêmê rakir."