Li Şengalê ji bo Asayîşa Êzidxanê bûn mertal

Êzidiyên li Şengalê li dijî peyman Bexda-PDK’ê ya li ser Şengalê ji bo destekê bidin Asayîşa Êzidxanê dest bi çalakiya nobedê kirin. Çalakî di roja 3’an de ye.

Welatiyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û PDK’ê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedabûn. Çalakiya xelkê Şengalê di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in” hatiye destpêkirin û dê hefteyekê dom bike, îro ji aliyê komên ji nehiya Sinun û Digurê ve hate dewir girtin.

Çalakvan heta serê sibehê li konê çalakiyê dimînin û desteka xwe ji bo asayîşê nîşan didin. Di çalakiyê de welatî li ber muzîkê govend digrin û çalakî dewam dike.