Li Şengalê du kes hatin destgîrkirin

Li Şengalê du kesên gumanbar ji aliyê asayîşê ve hatin destgîrkirin.

Îro danê nîvro li Komalgeha Borik a Şengalê du kesên gumanbar ji aliyê asayîşê ve li benda kontrolê ya Borikê hatin destgîrkirin.

Hate ragihandin ku kesên hatî destgîrkirin kesên gumanbar in, lewre ji aliyê asayîşa Êzidxanê ve hatine desrgîrkirin û paşê radestî hêzên Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê hatine kirin.

Li gorî çavkaniyên asayîşê ji wan her du kesên hatine destgîrkirin navê yekî Nasir Hecî Elyas e, lê belê nasnameya kesê dîtir nehatiye zanîn.

Hate diyarkirin ku kesên hatine girtin yek jê Tirkmenê Telaferê ye. Hate diyarkirin lêpirsîna derbarê bûyerê didome.