Li Îranê pêvajoya hilbijartinê: 4 roj man

Li Îranê 4 roj man ji hilbijartinê re. Serlêdana 6800 kesan hate redkirin.

Li Îranê di 21’ê Sibatê de wê hilbijartina serdema 11’an a parlementoyê were kirin. Ji bo hilbijartinê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serlêdana gelek kesan hate redkirin. Hate diyarkirin ji nav 290 reformîstan bi tenê serlêdana 230 kesan hatiye qebûlkirin.

6800 SERLÊDAN HATE REDKIRIN

Li Îranê 55 milyon hilbijêr hene. Ji bo endamtiyê 14.000 kesan serlêdan kirin lê Konseya Parastina Destûra Bingehîn endamtiya gelek kesan red kir. Hate diyarkirin ku endamtiya 6800 kesan hatiye redkirin û reformîstan diyar kirin ku 90 ji sedê van namzetan, namzetê wan bûne.

HERÎ ZÊDE LI ROJHILAT SERLÊDAN HATE REDKIRIN

Di hilbijartinê de kotaya 29 parlementeran ji Rojhilatê Kurdistanê de heye. Ji bo hilbijartina 29 parlementeran serlêdana 354 namzetan hate qebûlkirin.

Li Sinê ji bo 6 kursiyan 246 kesan serlêdan, 14 jê di dema serlêdanê de û 140 kes jî piştî lêpirsînê serlêdana wan hate redkirin.

Li Kirmaşanê 281 kesan serlêdan kirin û namzetiya 189 kesan hate redkirin. Li Îlamê jî ji bo 3 kursiyan 131 kesan serlêdan kirin û serlêdana 94 kesan hate redkirin.

Li Ûrmiyeyê jî ji bo 12 kursiyan 531 kesan serlêdan kirin û serlêdana 398 kesan hate redkirin. Li Ûrmiyeyê serlêdana Kurdan qet nehate qebûlkirin û ev jî polîtîkaya Îranê ya li ser Kurdan diyar dike.

Meclîsa Çavdêriyê ya Îranê îddîa kir ku 9 hezar kes ne di asta serlêdanê de ne, 7 hezar namzetan îtîrazî vê biryarê kirin.

Li Îranê ji ber qanûnan partî nikarin têkevin hilbijartinê, bi tenê piştgirî ji bo namzetan tê diyarkirin. Mafê partiyan hene ku wekî eniyê têkevin hilbijartinê.

Li Îranê 8 partî bûn yek û wê wekî eniyê têkevin hilbijartina 4 roj şûnde. Hate diyarkirin ku ev enî wê bi navê ‘Koalîsyona Îranê’ têkeve hilbijartinê. Di vê koalîsyonê de partiyên reformîst hene.