'Li Îmraliyê qanûnên nû û taybet di dewrê de ne’

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz diyar kir ku mînaka sîstema Îmraliyê li tu derê dinyayê tuneye û anî ziman ku ji bo Girtîgeha Îmraliyê qanûnên taybet û nû di dewrê de ne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ye bi parêzerên xwe, ji 5’ê Nîsana 2015’an ve bi Heyeta Îmraliyê re û ji 11’ê Îlona 2016’an ve ye jî bi malbata xwe re nikare tu hevdîtinê bike. Ocalan ji 5’ê Nîsana 2015’an ve ye di bin tecrîdeke girankirî de ye. Ji bo rakirina tecrîdê bi taybetî parêzerên Ocalan û siyaseta Kurd serî li gelek saziyên eleqedar dan lê tu encam nehat bi dest nexistin. Herî dawî jî hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven a ku ji meha çile ya 2018’an ve di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de girtiye ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

‘PEYMANÊN NÛ HATIN ÎMZAKIRIN’

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û da zanîn ku ji sala 1999’an û vir de tecrîd bi awayekî sîstematîk didome û wiha axivî: “Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bi kompoloya navneteweyî ve girêdaye û berdewama kompoloyê ye. Mînaka sîstema Îmraliyê li tu derên dinyayê tuneye û heta niha tecrîdek wiha kûr nehatiye meşandin. Li Tirkiyeyê di şexsê birêz Ocalan de qanûnên taybet û nû hatin pêkanîn û ji bo Girtîgeha Îmraliyê peymanên nû hatin îmzakirin. Biryara DMME, nêzîkatiya CPT û biryara Emerîka ya ji bo sê Şoreşgerên Kurd vê yekê baş aşkera dike û ev jî parçeyek komoloya navneteweyî ye.”

‘HÊZÊN HEGOMON DI DEWRÊ DE NE’ 

Aydenîz, şer û pevçûnên li Rohilata Navîn diqewimin weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi nav kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şerê Cîhanê yê Sêyîn bi taybetî jî li ser gelê Kurd tê bi rêvebirin. Dema ku em li tecrîda li ser Rêber Ocalan, dagirkirina Efrîn, Kerkûk û nêzîkatiyên dagirkeran yên ji bo referandûma Herêma Federal a Kurdisanê dinêrin em dibînin ku dîsan hêzên hegomon di dewrê dene. Gelek balkêş e ku tevahiya raya giştî li hemberî dagirkirina Efrînê, komkujî û wêrankirin pêk hat bêdeng man. Ev jî komopoloya navneteweyî ya li dijî Kurdan nîşan dide. Dibe raya giştî ne di ferqê de be lê belê tecrîd û kompolo li dijî tevahiya gelên Rohilata Navîn e.”

‘TECRÎD LI SER DAHATUYA GELÊ ROJHILATA NAVÎN E’

Aydenîz, li ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera
HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah
Ocalan ku di roja  37’an de didome bi bîr xist û got: “Leyla Guven mîna hemû siyasetmedarên Kurd, ji perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bandor bûye û ji ber vê beşdarî tevgera siyaseta Kurd dibe. Di nêrîna gelê Kurd de tu tişt ji Birêz Ocalan girîngtir nîne. Gelê Kurd bi salen e ji bo vê berdelan  dide û em amade ne berdelên hîn giran bûhatir bidin. Leyla Guven jî, yek ji  nûnerên gelê Kurd e. Guven ji bo dahatuya Gelên Rojhilata Navîn û destkeftiyên jinan tê tecrîd kirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem kiriye. Em jî bi piştevanî, berxwedan û têkoşînê em ê bigihin azadiya xwe. Sedema kûr kirina tecrîdê ji yektiya gelê Kurd û dildariya bi birêz Ocalan e. Heta ku em negihin azadiya xwe  û dawî li tecrîd neynîn em ê li her qadê li ber xwe bidin.”

‘TECRÎD LI SER JINAN TÊ MEŞANDIN’

Aydenîz destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi perspektîfên xwe rêya jiyanê ji bo jinan vekiriye û wiha got: “Birêz Ocalan bi perspektîfên xwe diyar kiriye ku heta jin azad nebe wê civak jî azad nebe. Rola jinê yê di civakê de jî gelek girîng e. Di aliyê rêvebirina civakê de perwerdehî, aborî, siyaset û jiyanê de ji dema neolîtîk heta roja me ev yek aşkera ye. Minaka vê yekê ji Rojava li ber çavan ne. Raya giştî tev dît ku jin li aliyekê di eniyê şer de şer dikin û li aliyê din de jî li eniya herî pêş dema inşaya cemawerî de cih digirtin. Jinên Kurd yên ku bi vî ruhî derketin qadan çavê dagirkeran tirsandin û tecrîda li ser birêz Ocalan kûr kirin. Tecrîd di şexsê birêz Ocalan de li ser tevahiya jinan tê pêkanîn. Em jî bi yek ruhê em ê li ber xwe bidin û tecrîdê bişkînin.”