Li Îdirê çalakî: Leşkerekî dewleta Tirk hate kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li qada Kirê Kor ê îdirê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirin û tespît bûyî 1 leşker hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hatin parvekirin:

''Artêşa  TC'ê ya dagirker ev dmeke li qada Kirê Kor ê Îdirê bi deteka yekîneyên xef kemînan datîne. Li dijî van yekîneyên dijmin ku ji hêla hêzên me ve hatin kontrolkirin û şopandin û bi çarçoweya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger ku li Eyaleta Serhedê didome çalakiyek hatiye kirin. 20'ê Çile saet 14.45'an derbeke serkeftî li yekîneya dijmin hatiye xistin û tespîtbûyî 1 leker hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC'ê ya dagirker qad bombe kiriye.

ÊRÎŞA HEWAYÎ LI SER QADÊN GERÎLA

22'yê Çile seat 18.10'an balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker li herêma Avaşînê ya Qadên Parastinê ya Medyayê qada Werxelê û Girê Karal bombe kirine. Di herdu bombekirinan ti ziyan negihaye ser hêzên me.

AGAHIYÊN NASNAMEYÊ YÊ GERÎLAYÊ ŞEHÎD BÛYÎ

21'ê Çile saet 19.45'an artêşa TC'ê ya dagirker qada Şehîd Kendal a Qilebanê ya Şirnexê bombe kiriye. Di êrîşê de hevalê me Armanc Zîlan şehîd bûye.

Agahiya nasnameyê yê hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Armanç Zîlan
Nav û Paşnav: Fatîh Bagdû
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik - Bav: Mîne - Beşîr
Cih û Diroka Şehadetê: Qileban / 21’ê Çileya 2019’an

HER DEMÊ DA BER XWE KU LI SER FELSEFEYA RÊBERTÎ KÛR BIBE

Hevrê Armanc ku 1982'an li Êlih Beşîrê jidayik bûyî, 2015'an tevlî nav refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûye. Dema ku zewicî bû û bavê 3 zarokan bû tevlî nav refên gerîla bû. Li her qada ku peywir lê dikir, bi karakterê xwe yê kedkar, fedekar û xwerû di dilê hevrêyên xwe de cihê xwe çêkiriye. Hevrê Armanc ku her demê hewl dide ku di felsefeya Rêbertî û gerîlatiyê de kûr bibe, şert û merc çi dibin bila bibin, ji vê nêzîkatiya xwe nehatiye xwarê û tim xwe perwerde kiriye.

Ji ber vê şehîdbûnê di serî de serê malbata hêja ya Bagdû em sersaxiyê didine gelê welatparêz ê Êlihê û Kurdistanê, em son dixwin ku alaya azadiyê ku hevalê me Armanc li pey xwe hiştiye heta bi serfiraziyê hilgirin.''