Li Çelê 3 li Cûdiyê jî leşkerek hate kuştin

HPG’ê ragihand ku di çalakiya li Çelê de 3 û li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê jî leşkerek hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Girê Lêlikanê yê li Başûrê Kurdistanê, çalakiya li Çelê û ya li herêma Cûdî ya Şirnexê agahî da. HPG’ê derbarê operasyona li Mêrdînê û êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî agahî da.

Daxuyaniya li ser malpera HPG’ê wisa ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. Agahiyên van çalakiyan wisa ne:

LI SIDEKANÊ ÇALAKÎ

Di 20’ê Cotmehê de (îro) saet di 08.30’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Lêlikanê ya Sidekanê ya li Başûrê Kurdistanê çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

LI ÇELÊ ÇEPERA LEŞKERAN HATE ÎMHAKIRIN: 3 LEŞKER MIRIN

Di heman rojê de saet di 08.30’an de hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Koordîneyê ya li Çelêya Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de çeper û stargehên dijmin bûne hedef û çeperek ji binî ve hatiye îmhakirin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin, 3 leşkerên dijmin hatine kuştin.

LI CÛDÎ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di 16’ê Cotmehê de bi alîkariya hêzên nepen, artêşa Tirk a dagirker li qadên Sefînê, Deriyê Cebraîl, Deriyê Çilmîr û Kerê Sorbitnê yê Çiyayê Cûdî operasyonek da destpêkirin. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de di 19’ê Cotmehê de saet di 16.30’an de li qada Kerê Sorbitnê yekîneyeke nepen a dijmin bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin, leşkerek hatiye kuştin. Yekîneyên dijmin di heman rojê de bêyî ku encamekê bistînin, ji qadên operasyonê xwe vekişandine.

OPERASYONA LI MÊRDÎNÊ

Artêşa Tirk a dagirker bi alîkariya yekîneyên nepen di 19’ê Cotmehê de li qadên Xirabê Bava û Talatê ya Nisêbîna Mêrdînê operasyonek dane destpêkirin. Operasyona li qadê hê jî didome.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 18’ê Cotmehê de saet di 09.40’an de balefirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker Gundê Aris Faris ê qada Avaşînê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di 19’ê Cotmehê de saet di 04.45’an de balefirên şer qada Adilbeg a Avaşînê bomberdûman kiriye. Di van bomberdûman de bax û baxçeyê gundiyan xisar dîtine û tiştek bi gerîlayên me nehatiye.”