Komplo bi kuştina Palme dan destpêkirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan: Heqaretên nedîtî li PKK’ê kirin. Komploya navneteweyî ya 22 salan bi kuştina Palme dan destpêkirin.

Serdozgeriya Swêdê meha borî diyar kir ku kujerê serokwezîrê berê Olof Palme yê ku 34 sal berê li Stockholmê hatibû kuştin, Stîg Engstrom e. Serdozger diyar kir ji ber ku Engstrom di sala 2000’an de xwe kuştiye, lêpirsîn jî hatiye girtin.

Cînayeta Palme ji bo sûcdarkirina tevgera azadiyê ya demokratîk a Kurdan a li Swêdê bû gava pêşîn. Lêpirsîn li ser bi sedan Kurdan kirin,hatin destgîrkirin û girtin. Piştre jî PKK terorîze kirin.

Hate diyarkirin Kurdên ji ber gumana cînayetê hatine mexdûrkirin wê li Swêd û dadgehên navneteweyî têkoşîneke hiqûqî bidin destpêkirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan ji ser bandora cînayeta Palme hate kirin. Kalkan got ku, “Ev rewş bi lêborînekê çareser nabe. Divê xisara PKK û Kurdan were dayin.”

Kalkan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî û li ser cînayeta Palme ev nirxandin kir.

Kalkan li ser girtina doza kuştina Palme ya piştî 34 salan got ku, “Dozgeriya Swêdê biryar daye ku doza Olof Palme were girtin, ev ji bo dewleta Swêdê rewşeke bêçaretiyê ye. Diyar dikin ku kujerê Palme jî xwe kuştiye, ev jî bêçaretiyê kûrtir dike. Çawa çêdibe ku 34 sal ji ser cînayetê derbas dibe, lê dewleta Swêdê, dewletên dinyayê û rêxistinên îstîxbaratê nekarîne cînayeteke wisa ronî bikin?

Serdozgeriya Swêdê çawa biryar da ku kesekî çend sal berê xwe kuştiye kujer e? Di kîjan belge û îspatan de tê diyarkirin ku ev kes kujerê Palme ye? Heke ev kes kujer e, çima berê nehate diyarkirin ku ev kes kujerê cînayetê ye? Çima piştî 34 salan encameke wisa diyar kirin? Pirsên wisa dikarin were zêdekirin. Bi gotina ev kes kujer e û kujer çend sal berê xwe kuştiye, cînayeta Palme ronî nabe. Nabe ku doz wisa were girtin.

Serdozgerê Swêdê Hans Holmer her dem ev doz berevajî bi rê ve bir. Berê xwe neda îspatên zexm, ji bo ku têxe stûyê PKK û Kurdan gelekî hewl da. Lê divê were zanîn ku serdozgeriyê ji bo ronîkirina dozê her dem berepaş tevgeriya. Mirov dikare bibêje ku ji dîtina îspatan zêdetir, xwest ser wan bigire. Ne bi tenê cînayet encama plansaziyeke cîddî û veşartî ye, di heman demê de lêpirsîna piştî cînayetê jî dûmahîka vê plansaziyê ye.

Ne dewleta Swêdê, ne Ewropa û ne jî dinya bi gotina ‘Doza Palme hatiye girtin’ nikare ji bandora cînayeta Palme derkevin. Wê her dem mirov derkevin holê û li vê cînayetê bipirsin.”

Kalkan bal kişand ser kampanyaya Swêdê ya li dijî Kurdan û PKK’ê ya wê demê û got ku, “Piştî cînayeta Palme ne bi tenê li Swêdê li hemû welatên Ewropayê û li her dera dinyayê li dijî PKK û Kurdan neheqiyên hovane hate kirin. Herî kêm bi qasî dewleta Swêdê dewleta Elmanyayê jî cînayeta li ser Palme kir hincet, li dijî PKK û Kurdan êrîşên bi plan kir. Welatên din ên Ewropayê jî heman êrîş kirin.

Gotina wan a ‘Me îfadeya 20 Kurdan stend û kar qediya’ helwesteke ne cîddî ye. Gelo ev 20 kes çawa hatin destgîrkirin û ew çawa birin îfadeyê? Di nîvê şevê û berbangê de çawa girtin ser malan û zarok hatin tirsandin? Di kîjan şertan de Kurd birin lêpirsînê? Zextên çawa hate kirin? Kurd çawa wekî mirovên hovane, kujer û êrîşkar hatin nîşandan?

Dema em wisa lê binihêrin, tê dîtin ev cînayeteke bi plan e. Vê cînayeta ku bi profesyonelî ya ku kujerê wê nehatiye dîtin û plansaziya profesyonel a ku PKK û Kurd tên sûcdarkirin jî heye. Bi vî awayî li dijî PKK û Kurdan li Swêd û hemû welatên Ewropayê êrîşeke profesyonel, bi plan û rêxistinkirî hate destpêkirin. Li ba civakên Ewropayê nîşan dane ku Kurd divê azad nebin, berevajî wê divê werin tunekirin. Bi vî awayî li dijî Kurdan dijminatî ava kirine û xwestine qetlîamên li ser Kurdan meşrû werin dîtin.

Divê rast were dîtin ku ev êrîşeke faşîst û mêtinger e. Di nav hemû civakên Ewropayê de li dijî Kurdan û têkoşîna azadiyê ya Kurdan nêrîneke neyînî hate avakirin.Li ser vî tiştî doza Dusseldorfê hate vekirin û bingeha komploya navneteweyî hate danîn. Palpişta van hemûyan jî cînayeta Palme ye. Piştî cînayeta Palme li dijî Kurdan êrîşên hiqûqî, siyasî û leşkerî hatine destpêkirin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku cînayeta Palme cînayeteke siyasî ye û got, “Cînayetên siyasî bi qasî kujeran hin kes hene ku vê cînayetê didin kirin. Divê li ser kesên cînayet dane kirin jî were sekinandin. Divê mirov li ser sedemên îdeolojîk, siyasî û ekonomîk jî bisekine. Palme di nav Tevgera Sosyal Demokrat de li gorî xwe xwediyê xeteke îdeolojîk û polîtîk e. Di nav Tevgera Sosyal Demokrata de ekoleke cihê bû. Gelek derdorê berjewendiya ekonomîk û siyasî li dijî Palme nakokiya wan hebû. Ev ne nakokiyên şexsî ne. Ev cînayet ne ji ber nakokiyên şexsî hate kirin. Ji ber nakokiyên ekonomîk, siyasî û îdelojîk ev cînayet hate kirin. Mirov bipirse gelo rola Sovyetê di vê cînayetê de heye yan na? Eşkere ye ku tiştekî wisa tune. Bi tenê nakokiyên di nav NATO’yê de dimîne. Nakokiyên di nav pergala kapîtalîst de dimîne. Nakokiyên ji ber berjewendiyên ekonomîk hene. Nakokiyên îdeolojîk û siyasî yên di nav pergala modernîteya kapîtalîst jî derdikeve pêş. Ji ber vê jî mirov dikare bibêje ku hin beşê Gladîoya NATO’yê li pişt vê cînayetê ne. Palme li dijî ferasetên darbekar, faşîst, talanker û mêtinger bû. Wî piştgirî dida têkoşînên rizgariya neteweyî. Piştgirî dida têkoşîna mafên mazlûman. Li dijî mêtingerî û dîktatoriya faşîst bû.

Wan deman tê zanîn ku NATO’yê li her derê darbeyên leşkerî û faşîst dikir, darbekar dikir desthilatdar. Palme li dijî vî tiştî û li dijî feraseta faşîst, mêtinger, dîktatoryel bû. Gelekî zelal ku alîyên mêtinger, talanker û faşîst ew kirine hedef. Ev tişt bi rêxistinkirineke çawa çêbû, têkiliyê wê bi çi heye? Ya girîng ev e ku ev tişt werin zelalkirin. Kê biryara vê cînayetê da? Kê plansazî kir? Heke lêpirsîn li ser van tiştan bihata kirin, dibe ku kujer bihata dîtin.

Stûna herî zexm a Gladîoyê, Gladîoya Tirkiyeyê ye. Ev ne îddîaya me ye, hin dane hene ku ev tişt derdikeve holê. Cînayeta Palme di 28’ê Sibata 1986’an de hate kirin lê beriya wê jî kontgerîlayên Tirk li Ewropayê hewl dan cînayetên wisa bikin. Di sala 1981’ê de Mehmet Alî Agca xwest Papa bikuje. Li Îtalyayê hate girtin û darizandin, bi salan girtî ma. Sedema ku Mehmet Alî Agca çima xwest Papa bikuje, kê biryara vî tiştî da, rêxistinkirina vî tiştî çawa bû? Bersivên van pirsan tu carî nehate zelalkirin.

Ne mumkun e ku MÎT’a Tirk û kontgerîlayê wan bêyî Gladîo û CIA’yê ye cînayeteke wisa bike. Heke di nav îstîxbarata Swêdê de rêxistinbûna wan tunebe dîsa jî nikarin bikin. Dema mirov sûîkasta li ser Papa û bûyera Agca tîne ba hev, wê ne şaş be ku mirov bibêje li pişt cînayeta Palme kontgerîlayê Tirk heye.

Rewşa 1986 çawa bû? PKK’ê di 15’ê Tebaxa 1984’an de şerê gerîla dabû destpêkirin, rêveberiya faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an li hemberî berxwedana gerîla ditengijî, ji ber vê jî pêdivî bi êrîşekê hebû. Ev jî bû cînayeta li ser Palme. Bi cînayeta li ser Palme re xwestin nîşan bidin, Tevgera Azadiyê ya Kurdan û gerîlayên PKK çiqasî bi xetere ne û êrîşkar in. Di cînayeta Palme de herî zêde dijminên Kurdan, TC a faşîst û rêveberiya Kenan Evren sûd wergirt. Ji ber cînayeta Palme xisara herî zêde jî gihişt PKK û Kurdan. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan û gerîlayên Kurd bi cînayeta wisa qadeke xwe ya piştgiriyê winda kir. Bi vê cînayetê re xwestin deriyên Ewropayê li gelê Kurd, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û gerîlayên Kurd were girtin.

Serdozgerê Swêdê Hans Holmer ê ku cînayeta Palme dida ber lêpirsînan, teoriyeke ‘Şopa Kurdan’ avête holê, belkî ew bi xwe jî di nav cînayetê de bû. Xwest di nav kesên ji ber cînayeta Palme xisar dîtine, li sûcdaran bigere. Bûyer berevajî kir. Hemû belge, agahî û îspat ji holê rakir. Dozgeriya Swêdê û îstîxbarata wê ev tişt kir. Divê di nav rêxistina îstîxbaratê ya Swêdê de jî li vê cînayetê were pirsîn. Wê demê ew ê sûcdar derkevin holê. Heke wisa were kirin wê derkeve holê ku kontgerîlayên Tirk jî di nav vê cînayetê de cih digirin. Ji dêvila ku di nav PKK û Kurdan de wê li kujeran bigerin, di nav kontgerîlayên Tirk û MÎT’a wê de lêpirsînek bihata destpêkirin, wê ev bûyer bi hêsanî bihata veçirandin.

Yek ji daneya herî şênber jî çapemeniya Tirk a ku em jê re dibêjin çapemeniya şerê taybet: Bi qasî ku tê bîra min, cînayet şev saet di 10-11’an de hate kirin. Lê sibehê hemû rojnameyên Tirk ev bûyer kiribûn manşet. Digotin ‘Gelo kujer Apoyî ye’. Em dizanin ku li Tirkiyeyê rojname êvarî saet di 5,6 rojan de tên çapkirin. Gelo rojnameyên beriya cînayetê hatine çapkirin, çawa ev cînayet kirin manşet? Divê mirov lê bipirse? Gelo hinekan ew dan sekinandin û gotin ‘Niha çap nekin, dibe ku hinek tişt pêk were’. Divê ev tişt werin zelalkirin.

Bi giştî ev rewş ji bo dewlet û îstîxbarata Swêdê şerm e. Divê civaka Swêdê vî tiştî qebûl neke, divê bibêjin ‘Em dixwazin ev cînayet were zelalkirin û ronîkirin’ Heke wisa bibêjin belkî bi lêpirsîneke rast encamên baştir were stendin.”

Sibê: Ocalan çima xwest îltîcayî Swêdê bike?