Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê: Em xwedî li girtiyên şoreşger derkevin!

Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê diyar kirin ku zindan bûne êşkencexane û bang li gel kir ku li ser esasê şikandina pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bila xwedî li girtiyên şoreşger derkevin.

Daxuyaniya Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê wisa ye:

“Siyaseta înkar û qirkirinê a dewleta Tirk a faşîst li her qadê bi metodên qirêj û bêexlaqî didome. Li derve û hundir, li her derê bi tenê mirinê ji Kurdan re rewa dibînin. Feraseta ‘Kurdê herî baş, Kurdê mirî ye, Kurdê ku îradeya wan hatiye şikandin û teslîm hatiye stendin e’ îro jî bi metodên qirêj dikeve meriyetê. Her dera welat bûye girtîgeh, şîddet, êşkence û qetlîam bûye tekane rêya ku desthilatdarî li ser pêyan bisekine.

ZINDAN BÛNE ÊŞKENCEXANE

Herî zêde jî desthilatdarî van pêkanînên dermirovahiyê li zindanan dixe meriyetê. Hemû kesên berxwedêr dixin zindanan, mirina fîzîkî û siyasî li ser wan tê ferzkirin. Girtîgeha Îmraliyê di serî de zindan bûne êşkencexane. Bi tecrîd û êşkenceya li ser li ser Rêber Apo re hewl tê dayin ku gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê teslîm were stendin û tasfiyekirin. Êdî her roj ji zindanan nûçeyên mirinê û tabût tên. Bi deh hezaran girtiyên şoreşger êşkence li ser wan hene û nayên tedawîkirin. Hevalên me Nebî Îlhan, Nûrcan Bakir û Huseyîn Polat di du hefteyên dawîn de şehîd bûn. Bi hezaran girtî hene ku tedawiyên wan nayê kirin û terkî mirinê hatine kirin, ev jî diyar dike ku ev hejmar di demên pêş de dibe ku zêde bibe.

YA XERAB BIHÎSTYARÎ TUNE

Di vî warî de tişta herî xerab jî ev e ku raya giştî ne bihîstyar e. Dema ku rêhevalên me tên qetilkirin, reflekseke cîddî ya civakî dernakeve holê, ev tişt jî hêzê dide kesên qetlîamê dikin. Heke ev desthilatdarî bi hovane êrîşî rêhevalên me dike, di vî warî de para bêdengî û bêbertekiya me jî heye. Em tu kes ji ser vê faşîstbûnê nikarin qetlîaman rave bikin û wijdanê xwe aram bikin. Em dizanin ku desthilatdariya faşîst ji berxwedanê ditirse. Dema hevalên me li zindanan şehîd dibin divê ev tişt bibe sedema serhildanê. Malbatên girtî û şehîdan di serî de, divê siyaseta demokratîk, rêxistinên ciwan û jinan berpirsyariya wan ev e ku pêşengtiya vê berxwedanê bikin. Divê em hemû kes biryara xwe bidin, tişta pêwist bikin. Faşîzm sûdê ji tirsa me werdigire û bi vî awayî xwe li ser lingan disekine. Ji bo me jî roj roja berxwedana li hemberî faşîzmê ye.

Li ser vî esasî em rêhevalên xwe yên şehîd bi rêz û hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesap ji kujeran bipirsin. Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku bila rabin ser xwe û li ser esasê şikandina pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bi şîara ‘Bila ji zindanan tabût neyên’ xwedî li girtiyên şoreşger derkevin.”